HUSEYÎN ELMALI / ANF / STRASBOÛRG


Li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê (MPKE) ji bo lêkolînkirina qirkirina Êzîdiyan banga tehqîqatê hate kirin. AKP’yî beşdarî dengdanê nebûn. Di civînê de bal hat kişandinî ser wê yekê ku PKK, YPG û YPJ’ê rê li ber qirkirina Êzîdiyan girtiye. 

Di rapora Pieter Omtzsig ê ku li ser navê Hollandayê endamê MPKE´yê ye, hate gotin: “Heke di vê qirkirinê de em ê tiştekî nekin, nexwe em ‘peymana qirkirinê’ bavêjin sergoyê.”

Di axaftinan de hate diyarkirin, heke YPG û PKK´ê korîdor venekirina û mudaxeleyî rewşê nekirina, wê gelek kesan jiyana xwe ji dest bidana û hat gotin: “Gelê pêşîn ê li hemberî vê qirkirinê li ber xwe da, gelê Kurd ê li Kobanê bû.”


AKP’ê negot qirkirin

Endamên AKP’ê jî peyva ‘qirkirin’ê bi kar neanî û ji dêvila wê gotin: “dînê û neteweyê terorê tune” û piştre jî beşdarî dengdanê nebûn. Liam Byrne yê ji Koma Sosyalîst: “Li wê derê qirkirinek hate kirin. Divê ev tişt were dadgehkirin. Di navbera van kesan û Kurdan de şerekî mezin heye, divê em bêdeng nemînin.”

Aleksandar Stevanoniç ê ji Koma Demokratên Lîberal: “Divê em ji xwe bipirsin, gelo beriya Kobanê me nedikarî em tiştekî bikin, gelo me çavê xwe ji van cenewaran re girt… Divê em berpirsyar tevbigerin.”

Li ser navê Koma Çepgir jî Ertûgrûl Kurkçu got, “DAIŞ û hişmendiyên cîhadîst ên dişibin wê, qirkirinê dikin. Ya hatî kirin qirkirin e. DAIŞ’ê Kurd weke dijimin, ew ji bo xwe û fikrên xwe dîtin û weke hêzeke bi hêz dibînin û ji bo wê êrîş kirin û êrîş dikin. DYE’yê û mitefîkên wê sala 2013’an hesabên wiha polîtîk nekirin, çavê xwe lê girtin…”

Fîlîz Kerestecîoglû jî got, “Beriya 4 salan qirkirinek mezin li dijî Êzîdiyên ku pêşmergeyan neparastin hate kirin. Eger şervanên Kurd (PKK û YPG) nebûna wê qûrbanên vê qirkirinê hê zêdetir bana… Jin, zarok hatin firotin, dest avêtin wan.

Yên ji bo Mîlosevîç û Rûwanda ketin tevgerê, çima ji bo Sûriyê nakevin nava liv û tevgerê? Bê ku dem derbas bibe divê bi lezgînî dest bi tehqîqatê bê kirin.”