Welatiyên ku di komkujiya Qamişlo de hatibûn qetilkirin, wê bi merasîmek girseyî bêne bibîranîn. Li gorî agahiyên ku komîteya amedakar dane, merasîm wê 12'ê Adarê saet di 12.00' an de li ber Çerxeriya Gazxaneya Şerq bi meşekê destpê bike. Girse wê ji vir heta Goristana Qidûrbeg a ku qurbaniyên 12'ê Adarê tê de hatine definkirin, bimeşin. Piştî meşê wê li goristanê merasîm bê lidarxistin. 

QAMIŞLO