Koma Civakên Kurdistaniyên Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Em wek Kurd, Tirk, Asûrî, Ermenî, Laz, Çerkez, Elewî, Êzidî, Misilman, Xirîstiyan û tevahî saziyên mirovî û şoreşger, wek pêkhateyên KCDK-E, TJK-E, SKB, Yekîtiya Hêzên Demokratîk û HDK-Ewropa, em ê 17’ê Mijdara 2016’an li Brukselê Gare Nordê bin.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê li dijî sepanînên faşîst ên AKP û Erdogan pêwîst e mîna Tirkiyeyê li Ewropayê jî eniyek têkoşîna xurt bê sazkirin û hê çalaktir, hê berbelavtir têkoşîn bê kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahîn hatin parvekirin: “Em bang li her kesên ku alîgirên demokrasî, azadî, mafên mirovan, azadiya çapemeniyê ne dikin ku 17’ê Mijdarê roja Pênçşemê saet 10.00’an li Gare-Nord a Brukselê tevlî meş û mîtînga ku wê li seranserî Ewropayê bê lidarxistin bibin. Divê ew roj Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Gurcu, Çerkez, Laz, Elewî, Misilmanên rast, Êzidî li dijî faşîzmê li Brukselê bin, ciwan neçin dibistanan, esnaf kargehên xwe venekin, di refên berxwedanê de deng bidin, ew roj tevahî gel, bawerî û her kesên ku alîgirên demokrasî û azadiyê li Brukselê li dijî faşîzmê mil bi mil di çeperên berxwedanê de cihê xwe bigrin.

Di serî de Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, NY û saziyên navneteweyî, divê her welatên ku destekê didin sîstema faşîst a li Tirkiyeyê dest ji vê helwesta xwe berdin. Em banga piştgiriyê li gelê Ewropayê dikin û hikûmetan dikin ku têkîliyên xwe yên bi rêveberiya AKP/Erdogan qut bikin û helwestê bigrin.“

TJK-E: Roj roja têkoşînê ye

Koorînasyona Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) têkildarî faşîzma AKP’ê û meş û mîtînga ku 17’ê Mijdarê wê li paytexta Belçîka Brukselê were kirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “AKP û rejîma Erdogan ku rûyê faşîzmê yê sedsala 21. e, bi 15’ê Tîrmehê re hemû planên xwe sazkar kirine û ketine hewldana dagirkirina nirxê gelê Kurd, jin, ciwanan.”

TJK-E’yê bang li hemû alîgirên demokrasî û azadiyê kir, ku 17’ê Mijdarê, roja Pêncşemê saet 10.00’an tevlî meş û mîtîngê bibin.”