
KNK’ê da xuyakirin ku li gel vê berxwedana parastinê, li rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina civakeke hemdem, rêveberiyeke demokratîk û afirandina aboriyeke serbixwe hewldanên bêhempa hatine dayîn.bi vî rengî daniye.” KNK’ê diyar kir ku li Cizîrê, Kobanê û Efrînê avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gaveke dîrokî ye. KNK’ê da zanîn ku wezîfeya herî mezin a ji niha û pê ve xurtkirin, parastin û nasandina vê xweseriyê ye û di vî warî de ev bang li hêzên Kurdistanî kir: “Bi vê munasebetê em di serî de bang li Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê, hemû partî, rêxistinên û saziyên Kurdistanî dikin ku bi hemû awayî piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bikin û xwedî lê derkevin.”
KNK’ê her wiha bang li sazî û dezgehên navneteweyî, dewletên têkildar û raya giştî ya cîhanê kir ku vê avakirinê weke gaveke rewa bibînin û piştgiriya mafên azadî û xwerêvebirinê ya gelên Kurdistanê bikin.
ANF/BRUKSEL