
Meclîsa Gel a Bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ku ji nûnerên partiyên siyasî, rêxistin û saziyên civakî, meclîsên taxan û gundan, her wiha kesayetên ji gelên ereb û asurî pêk tê civîna xwe ya navberê li dar xist. Civîn li Salona dawetê ya Nîcum hate lidarxistin û ji bilî 300 endamên Meclîsa Gel nûnerên TEV-DEM'ê jî beşdar bûn. Li salona civînê pankartên wekî, "Jin û ciwan pêşengên têkoşîna civaka exleqî û polîtîk in", "Bi hevre herêmên xwe bixwe bi rêve bibin", "Azadî armanca me ye biratiya gelan daxwaza me ye" hatin daliqandin.
Civîn ji bo canfedayên azadiya Kurdistanê û demokrasiyê bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda "Ey Reqîp" destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama TEV-DEM'ê Îlham Ehmed axaftina vekirinê kir. Îlham Ehmed, destnîşan kir ku ew di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û di vê pêvajoyê de gelek xeterî jî hene. Îlham, bal kişand ku ev pêvajoya bi xeter hîn jî derbas nebûye û ev tişt gotin: "Belê me li Rojavayê Kurdistanê li gelek bajaran rêveberî girtiye destê xwe. Lê Qamişlo paytext e, navenda siyasetê ye. Lew re divê em xebat û siyaseta xwe ya li vir baş binirxînin, kêmasiyên xwe di ber çavan re derbas bikin da ku em karibin wekî tevger bandorê li ser civakê çêbikin."
Bala hemû cîhanê li Rojava ye
Îlham Ehmed, destnîşan kir ku siyaseta wan a ku heta niha meşandine, awirên hemû cîhanê vegerandine ser tevgera wan, lê ew ji bo serkeftinê ev yek têrî nake, bal kişand ser girîngiya rola meclîsên gel. Ehmed daxuyand ku meclîsên gel îradeya gel in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hewl didin ku valahiyan tije bikin, ev jî rêveberiyên gel ên bajaran e. Meclîsên gel muxatapgirtina tevgera me ye."
Ehmed, da zanîn ku li hemberî vê birêxistinkirin û sîstema wan ji aliyê gelek derdoran ve êrîş çêdibin û wiha dom kir: "Dibêjin ku têkiliya me bi rejîmê re heye, gel esas nagirin. Lê tê zanîn ku êrîşên herî dijwar ên li hemberî vî gelê hanê, ji aliyê rejîmê ve pêk hatine. Lê li gel vê jî hinek derdor êrîş dikin, kampanyayên reşkirinê didomînin. Ji ber ku ji rêveberiya gel ditirsin."
Ehmed, got ku divê li hemberî van êrîşan siyasetek rast û demokratîk bilind bikin û bal kişand ku Desteya Bilind a Kurd jî, yek ji van hewldanan e û yekîtiya Kurdan esas digire. Ehmed, diyar kir ku ew dixwazin vê yekîtiyê hîn pêşdetir bibin û wiha axivî: "Em dixwazin ji Meclîsa Gel a Rojava û Meclîsa Niştimanî meclîsek giştî ava bikin. Hîn yekîtiya me temam nebuye, divê bê xurtkirin. Pêwîste, em li hemberî êrîşên dixwazin îradeya me bişikînin, têkoşîna xwe bilid bikin. Em xweseriya demokratîk dixwazin. Em naxwazin Qamişlo bibe Kerkûk. Bila li Qamişlo rêveberiyek rengîn hebe û hemû netew di nav de hebin. Lewre divê em bang li hemû neteweyên din ên li bajêr bikin ku tevlî meclîsê bibin. Xweseriya demokratîk jî vê yekê dixwaze. Divê em bi mantiqa dewletê tevnegerin û ji bo avakirina civaka exlaqî û polîtîk têbikoşin."
Piştî axaftina Îlham Ehmed, rapora meclîsê hate xwendin û nirxandin hatin kirin. Piştî nirxandinên xebatan dê ji bo Dîwana Dadgehê hilbijartin bêne kirin. Civîn dê di saetên êvarê de bi derxistina plansaziyê bi dawî bibe.
ANF/QAMIŞLO
PYD navenda xwe vedike
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di çarçoveya xebatên birêxistinkirinê de, navenda xwe ya duyemîn di 20'ê îlonê de li Qamişloyê vedike. PYD ku di 20'ê îlona sala 2003'yan de hatibû damezirandin û partiya herî mezin a siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê ye, lez da xebatên xwe yên birêxistinkirinê. PYD di vê çarçoveyê de navenda xwe ya duyemîn li bajarê Qamişlo vedike. Navend dê di 9'emîn salvegera partiyê, ango di 20'ê îlonê de li Kolana Şehîd Xebat a Taxa Xerbî saet di 17.00'an de bi merasîmek girseyî bê vekirin. Rêveberên PYD'ê bang li gel kirin ku bi girseyî tevlî merasîmê bibin.
Midurê îstîxbaratê hate kuştin
Li bajarê Qamişloyê di encama teqînekê de midûrê îstîxbarata leşkerî ya hêzên rejîma Suriyeyê mir, karkerekî paqijiyê yê şaredariyê jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn saet derdora 08.30'an de li Çar Rêya Sîwan li ber avahiya Îstîxbarata Leşkerî ya Suriyeyê pêk hat. Hate îdîakirin ku di encama teqînê de midûrê îstîxbarata leşkerî ya Qamişloyê Faysal Ebu Yusuf miriye û karkerekî paqijiyê yê şaredariyê jî birîndar bû. Sedema teqînê nehat hînbûn.
Şaxa TEV ÇAND-Rojava ava bû
Piştî demeka dirêj Hûnermendê Rojavayê Kurdistanê ê li Ewropa dijîn konferansa xwe ya duyemîn li darxistin. Li bajarê Almanya Hannoverê; hunermendên ji rojavayê Kurdistanê raperîna li li rojavayê Kurdistanê silav kirin û soza tevlî kar û xebatên pêşxistina rojavayê Kurdistanê bibin dan.
Li Salona Konferansa Tevgera Cand û Hûnerê ya Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê pankartên mîna; ''Desteya blind ya Kurd nûneriya me dike'' , ''Çand û hûner parastina gel û civakî ye'' û posterên Rêberê Gelê Kurd û hatbû xemlandin. Di vekirina Konferansê de peyama PYD'ê û TEV DEM'ê hate xwendin. Her wiha xabatên çandî û hûnerî yên hunermedên Rojava hatin nirxandin. Di konferansê de Tevgera Cand û Hûnerê ya Rojavayê Kurdistanê ya li Ewropa navê xwe guherand û bû "Tevgera Canda Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê-Şaxê li Ewropa". Bi vê yekê re wê Tevgera Canda Demokratî ya saxê Ewropa yek ser girêdayî TEV - CAND Rojavayê Kurdistanê xebatan bimeşîne.
Di Konferansê de desteya rêveber hate hilbijartin. Xelîl Xemgîn, Kawa Şêxê , Xebat Şakir, Hakîm Sefkan, Bengî Agrî, Peywan Arjîn, Hemen Kurddaxî, Şadiya Osman, Mahmud Omerî wek endamên Desteya Rêveber hatin hilbijartin.
YUKSEL TORPAKLI/HANNOVER