Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî xerakirina goristana gerîla ya li çiyayê Bagokê, bi tundî şermezar kir. KCK'ê da xuyakirin ku ev yek ne bûyereke ji rêzê ye û got: "Ev bûyer bi awayekî zelal radixe ber çavan ku ji ti nirxên gelê Kurd re hurmet nayê nîşandan."

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê Kurdistanê, aştîxwazên tirkiyeyî û alîgirên çareseriya pirsgirêka Kurd di 1'ê Îlonê de careke din bang li hikûmeta AKP'ê kirin ku ji bo çareseriya demokratîk gavan biavêje û wiha hat gotin: “ Di 1’ê Îlonê de banga 'Êdî di rêya çareseriyê de guhertinên qanûnî û destûra bingehîn ên berçav bike, di destûra bingehîn de cih bide tevahiya mafên Kurdan li Hikûmeta AKP'ê kirin. Di demeke ku gavên çareseriyê ji hikûmetê dihat hêvîkirin de, li çiyayê Bagokê leşkerên ser bi hêzên mêtînger ên tirk êrîşî Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç kirin. Di encama êrîşê de gelek gorên şehîdan hatine xerakirin û cenazê ji gorê hatiye derxistin û revandin. Em vê êrîşê weke heqareta herî mezin li nirx û hebûna gelê Kurd dibînin û yên ev êrîş kirine û êrîş dane kirin bu tundî şermezar, protesto dikin.”
Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin ku ev êrîş bi tu awayî di mirovahiyê de cîh nagire û wiha hat gotin: “Êrîşa li dijî goristanan di tu exlaq, çand, bawerî, ol, felsefe, birdozî û siyasetê de cih nagire. Nirxê herî pîroz ê gelekî, şehîd e. Cihên herî pîroz jî goristan in. Ji ber ku her gel û welat, xwe bi şehîdên xwe ava kiriye. Di parastin û pêşvebirina hebûna gelê Kurd a li dijî qirkirna çandê de, gelê Kurdistanê xwedî nirxên di asta pîrozmendiyê de ye. Ji ber ku wan li dijî koledarî û xulamiyê, ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe jiyana xwe danîn holê; riya jiyana bi rûmet û azad nîşan dan. Lewma ev êrîş, êrîşek di serî de li hemberî gelê Kurd hatiye kirin e. Nîşan dide ku bi tu awayî ji nirxên gelê Kurd re hurmet nayê nîşandan.”


Polîtîkayên AKP'ê êrîşan teşwîq dike
KCK’ê got ku ew vê êrîşê ji rêzê nabîn in û wiha berdewam dike: “Em vê êrîşê wekî êrîşeke ji rêzê, êrîşeke bi biryara hêzên herêmî nabînin. Ev êrîş ne bi êrîşa Waliyetî hay ji xwe nîne, ne jî bi biryara polîs û leşkeran hatiye kirin. Polîtîka û pêkanînên hikûmetê ev êrîş teşwîk kiriye. Pêwendiya vê yekê bi helwesta hikûmeta AKP'ê ya di pêvajoya çareseriyê de bi neavêtina gavan nîşan dide heye, yekser dewama vê helwestê ye. Êrîşa li dijî goristanan nîşan dide ku dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê, di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de di mejî û polîtîkayên xwe de ti guhertin nekiriye. Heta roja îro, ji bo hebûna Kurdan di destûra bingehîn û qanûnan de bê naskirin tu gav nehatiye avêtin, di rêya çareseriyê de helwest û nêzîkatiyeke ku mirovan qanih bike nehatiye nîşandan. Ji ber ku hebûn û jiyana azad a gelê Kurd qebûl nekirine, bi dijminahî nêzî nirxên ji bo mafên bingehîn ên gelê Kurd jiyaan xwe ji dest dane, dibin. Ev êrîş nîşan dide ku ji miriyê Kurdan re jî ji zindiyê Kurdan re jî hurmet nayê nîşandan û her şêweyên pêkanînan ji Kurdan re rewa tê dîtin.”
Di dawiya daxuyaniya KCK’ê de wiha tê gotin: “Xizmên şehîdan li goristanên şehîdan bi gotina, "kurê min, keça min ne tenê şehîdê min e, şehîdê tevahiya gelê Kurd" emanetî gelê Kurdistanê dikin. Yekîneyên artêşa dagirker a dewleta tirk a mêtînger, êrîş van nirxên malbatên şehîdan ên emanetî gelê Kurdistanê kirine, dikin. Ev êrîş bi zanebûn hatiye kirin. Divê gelê me bibîne ka ev êrîşên li dijî goristanên şehîdan tê çi wateyê, li ser vê bingehê bi protestoyan û serhildanê xwedî li şehîdên şoreşê derkeve. Pêwîste hikûmet û rayedarên îdarî û leşkerî yên li cihê bûyerê di vê mijarê de lêborînê bixwazin û berpirsyar werin darizandin. Ger nêzîkatiyek bi vî rengî were nîşandan, hingî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dikarin gav bên avêtin û aştiyeke adil û demokratîk li gel Kurdan bê avakirin." 

ANF/BEHDÎNAN