Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê, der barê xendekên li ser sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê tê kolandin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê da xuyakirin ku xendekên bi agahdariya rêveberiya PDK’ê tê kolandin rê li ber rageşiyê vedikin û ev rageşî jî dilê dijminê Kurdan xweş dike. KCK’ê destnîşan kir ku divê pirsgirêkên navbera Kurdan bi diyalog û rêbazên siyasî bê çreserkriin.
KCK’ê got, “Di dem û rewşeke ku dihat xwestin têl û dîwarên navbera Kurdistanê bên rakirin de kolandina xendekan li ser sînorê Rojava cihê nêzîkatiyek nedihat hêvîkirin e” û ji PDK’ê xwest dawî li vê pêkanînê bîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ya ji PDK û hikûmeta Başûr tê hêvîkirin cihgirtina li gel şoreşa Rojava ye û hat gotin, “Roj roja xwedîderketin û parastina Şoreşa Rojava ye. Di demeke ku çeteyên ji gelek hêzan piştgiriyê digirin û êrîşî Şoreşa Rojava dikin de, divê Şoreşa Rojava bi tenê neyê hiştin. Li gel alîkariya madî û manewî divê yekser were parastin.”

Rageşî dilê dijmin xweş dike

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Bi agahdariya rêveberiya PDK’ê li ser sînorê Rojava xendek tên kolandin. Li hemberî vê yekê gelê Rojava bi rojane nerazîbûnê nîşan dide. Kolandina xendekan û rageşiya derketiye holê, raya giştî ya Kurdan aciz dike.
Ev kolandina xendekan rewşeke raya giştî ya Kurd ne li hêviyê bû. Mîna her kesî em jî matmayî man. Di demeke ku girîngiya yekitiya neteweyî zêde bûye û kongreya neteweyî tê nîqaşkirin de, derketina rageşiyeke bi vî rengî cihê bextreşiyê ye. Şoreşa Rojava ji bo tevahiya Kurdan cihê coş û heyecanê ye. Parçeyekî Kurdistanê rabûye ser piyan û jiyana xwe ya azad ava dike. Ji vê girîngtir û bi qîmettir tiştek nîne. Ji ber vê yekê pêwîste pirsgirêkên heyî bi hevdîtin û hevfêmkirinê bên çareserkirin. Ev rageşî ji bo Kurdan rewşeke neyînî ye, ji bo dijminê Kurdan kêfxweşî û dilşadî ye. Dijminên Kurdan her tim ji rewşa parçebûyî ya Kurdan û pirsgirêkên navbera Kurdan sûd wergirtine. Ji ber vê yekê, bêyî pirsgirêkên navbera Kurdan bigihêje asta rageşî û nuqteya parçebûnê, divê bi rêyên siyasî werin çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Kurdan, pêwîste ji bilî diyalog û rêbazên siyasî ti rê û rêbaz neyên bikaranîn. Di cîhana îro de civak û dewletên cuda, pirsgirêkên di navbera xwe de bi diyalog û rêbazên siyasî çareser dikin. Pêwîste Kurd jî serî li vê rê û rêbazê bidin.

Ji bo rêveberiya Başûr bang

Li pêşberî şoreşa Rojava tevahiya gelê Kurd, kom û partiyên siyasî xwedî berpirsyariyane. Ya ku ji PDK û rêveberiya Başûrê Kurdistanê tê hêvîkirin ev e. Hemû Kurd li bendê ne ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwe ji rêveberiya Rojava berpirsyar bibîne û rageşiya navbera xwe bi diyalog û rêbazên siyasî çareser bike. Lewma di dem û rewşeke ku dihat xwestin têl û dîwarên navbera Kurdistanê bên rakirin de kolandina xendekan li ser sînorê Rojava cihê nêzîkatiyek nedihat hêvîkirin e. Tevahiya gelê Kurd li bendê ye ku PDK dest ji vê pêkanîna xwe berde. Ji ber ku rageşiya heyî ya siyasî bandoreke neyînî li ser gelê Rojava dike. Di demeke ku li qada navneteweyî gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran banga piştevaniya bi Şoreşa Rojava kirin de, pêwîste PDK bi polîtîka û helwesta xwe re li cem Şoreşa Rojava cih bigire.

Şoreşa Rojava biparêzin

Di demeke ku li qada navneteweyî gelek kesayetên navdar piştevaniya Şoreşa Rojava dikin de, pêwîste tevahiya gelê me û hêzên wê yên siyasî li hemû parçeyan, xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Roj roja xwedîderketin û parastina Şoreşa Rojava ye. Di demeke ku çeteyên ji gelek hêzan piştgiriyê werdigirin û êrîşî Rojava dikin de divê Şoreşa Rojava bi tenê neyê hiştin. Li gel alîkariya madî û manewî, pêwîst şoreş yekser bê parastin. Ne tenê gelê Kurd tevahiya gelên cîhanê, hêzên demokrasî û şoreşger divê li cem Şoreşa Rojava cih bigirin.
Gelê Rojava pêngaveke şoreşgerî pêk aniye ku ne tenê Sûriye wê çarenûsa tevahiya Rojhilata Navîn biguherîne. Kurdan xwe veguherandine civakeke azad û demokratîk û bi vê re, ji bo demokratîk û azadiya Sûriyeyê gaveke mezin avêtine. Ji niha ve bandora vê ya li tevahiya Rojhilata Navîn tê dîtin.
Di van rojên ku Şoreşa Rojava bi gelek aliyan ve berxwedaneke mezin nîşan dide de em careke din destnîşan dikin ku em li cem Şoreşa Rojava cih digirin; bang li tevahiya gelê Kurd, hêzên wê yên siyasî û hêzên demokrasiyê dikin ku destekê bidin Şoreşa Rojava, li cem cih bigirin û biparêzin.”

ANF /BEHDÎNAN