Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di derbarê 25’emîn salvegera Komkujiya Halebçeyê de peyam weşandin.

Serokatiya Konseya Rêvebera KCK’ê diyar kir ku, di dîrokê de gelê Kurd her tim rastî komkujiyan hatiye û wiha got: “Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma faşîst a Seddam bi çekên Kîmyewî li Helebçeyê komkujiyek mezin pêk aniye. Em vê qikirinê, vê sûcê mirovahiyê yê mezin careke din nelet dikin û şehîdên Helebçeyê bibîrtînin. Em soza bilindkirina têkoşînê ya li dijî vê vê komkujiyê careke din dubare dikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, komkujiya li Helebçeyê pêk hat li şûna naskirina îradeya Kurd ya rejîma Seddam, di encama polîtîkaa tunekirina netew-dewleta Ereb bû.  Daxuyanî wiha berdewam kir: “Ev polîtîkaya tunekirinê tenê ji bo rejîma Seddam, ji bo hemû hêzên serdest yên ku dixwestin Kurdistanê bigirin bin destê xwe derbas dibe. Rejîmên din yên li ser Kurdistanê serdestin li cihên cuda û demên cuda de pêkanînê bi vî awayî pêk anîne û hebûna gelê Kurd tehdît kirine. Hêzên modernîteya kapîtalîst ya rojava jî, bi piştgiriya siyasî û aborî ya dane pergalên mêtînger yên herêmê, bûne alîgirên lîstikên li ser Kurdan tên lîstin. Ji ber vê sedemê ye ku dema ev komkujî pêk hat, hêzên mêtînger û hêzên navnetewî derbarê rejîma Seddam de tiştek nekirin. Lewra ev polîtîka heta îro jî anîne.
KCK’ê da zanîn ku, li dijî van polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdan peywira herî mezin eve ku divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û got: “Ji berk u yekitî qirkirinê li gelan ferz nake. Ferz bikin jî encamê nagirin. Ji ber vê yekê jî ji bo welatê me azad bibe, gelê me azad bibe têkoşîn û yekitî ne tenê hewcedariye, di heman demê de ferze jî. “
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li dijî vê zîhniyetê heta roja îro gelê me bi berxwedana Newrozê  hatiye vê rojê. Lê divê êdî ne ku hebûna Newrozê bê domandin, divê azadiya wê jî pêk bîne.  Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de Newroz ji bo Kurdan roja  serhildanê û roja berbi azadiyê ve meşe. Hem li welat û hem jî li derveyê wlat divê gelê Kurd bi wesîleya şermezarkirina komkujiya Helebçe, Qamişlo, Roboskê û Parîsê bi hêzeke mezin tevlî Newrozê bibin. Divê li dijî hêzên faşîst-şoeven îradeya xwe derxin holê.
Bi armanca ku polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd bi dawî bin, hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin û pergaleke demokratîk ya nû a Rojhilata Navîn bê înşakirin, bang dikin ku bila gelê me têkoşîna xwe bilind bikin.”

‘Kurd tu caran 16’ê Adarê jibîr neke

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bibîrxist ku, beriya 25 salan îro rejima Iraqê ya bixwîn biçekên kîmyewî yên di qada navnetewî de qedexe 5 hezar Kurdên sivîl qetilkir û wiha got: “Komkujiya Helebçe ku weke deqek reş ketiye dîroka mirovahiyê, li aliyekî din jî dîmenekî zelale ku bidirêjahiya sedsala 20’an gelê Kurd rastî zilm û zordariyê hatiye. Li hemû aliyê Kurdistanê ji Koçgirî heya Dêrsimê, ji Qamişlo heya Helebçeyê xwestine Kurdan di komkujiya fîzîk de derbaz bikin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Her çendî kesimên ku bûne dijminê gelê Kurd negihiştine armancên xwe jî, lê li pişt xwe trajediyên mezin hêlane. Hate diyarkirin ku, di sedsala 20’an de ji ber ku di nava Kurdan de yeketiyek netewî çênebûye ev êrîş pêkhatine. KCD’ê di daxuyaniya xwe de bilêv kir ku, îro jî gelê Kurd weke ku tu caran çênebûyî bihêz û xwedî helwestek netewiye û daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Ji ber wê ye ku tiştên îro li Rojava çêdibin li Amedê tên hîs kirin, êşa Helebçeyê êşa hevpar ya her çar perçeyên Kurdistanê ye.
Helebçe sedem û hinceteke ji bo berxwedan û yeketiya gelê Kurd. Ev komkujî jî dê hertim di dilê Kurdan de weke komkujiya Qamişlo, weke ya Roboskiyê dê cihê xwe biparêze. Ji bo gelê Kurd careke din rastî komkujiyan neyê pêwîste yeketiya xwe ya netewî demek zûde çêbike û rêxistina xwe xurt bike. Baweriya me heye ku di sedsala 21’an de Kurd dê yeketiya xwe ya netewî çêbikin û destûrê nedin van komkujiyan. Li ser vî bingehî em qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi rêz bibîrtînin û weke Kongreya Civaka Demokratîk didin diyarkirin ku, em dê bîranînên we di tekoşîna xwe de bidin jiyan  kirin.” 

ANF/BEHDÎNAN/AMED