Qada siyasetê tê girtin
Meclisê da zanîn ku bi erêkirina cezayê Tuncel re, li Tirkiyeyê darazê û edaletê rewatiya xwe winda kiriye û biryarên ku dadgeh dide li dijî rêgezên hiqûq û edaletê ye. Daxuyaniya meclisê wiha didome ev biryar di salvegera komkujiya Roboskî de hatiye dayîn û ev bi zanebûn û plan pêk hatiye, ev biryarek bi wate û armance û dixwazin polîtîkaya înkar û îmhayê li ser kurdan berdewam bike. Meclisê destnîşan kir ku dadgeha bilind dixwaze bi vê biryarê gefan li ser siyasetê bimeşîne û naxwaze ku jinên kurd di qada siyasî û seyasetê de pêş bikevin. Meclisê bang li hemû rêxistinên jinan û saziyên demokratîk kir û xwest li hemberî vê biryarê têkoşîna xwe bilind bikin.
DÎHA/ENQERE