Yaray, di sala 1990’an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji dayik dibe. Yaray di salên destpêkê yên ciwaniya xwe de hem ji bo bixebite hem jî ji bo bixwîne diçe Stenbolê û li wir nakokiyên wê yên jiyanê kûrtir dibe. Yaray li vir li ser jiyana Kurdên bajarên Tirkiyeyê lêkolînan dike her ku diçe heqîqeta civaka xwe ji nêz ve nas dike. Yaray di sala 2012’an de li Meclîsa Jinan a BDP’a Stenbolê tevlî xebatên jinê dibe. Yaray a ku tevlîbûna xebatên jinê ji bo xwe weke „zayîna duyem“ binav dikir di 16’ê Adara 2012’an de li Stenbolê dema diçû pîrozbahiyên Newrozê ya li Qada Kazliçeşmeyê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û pişt re tê girtin. Yaray li Girtîgeha Bakirkoyê weke bi hezaran ciwanên Kurd jiyana girtîgehê nas dike û piştî demekê car din digihe azadiya xwe.
Xebatên çandî dimeşîne
Dema apê wê Cezmî Altintaş (Botan Erdal) di 16’ê Mijdara 2012’an de li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest dide, Yaray jî di sala 2013’an de berê xwe dide Kurdistanê û li Nisêbînê dest bi xebatan dike. Yaray li Navenda Çanda Mîtannî jî mamostetiya folklorê dike û bi taybet di qadên çand û jinê de di nav çend salan de xebatên girîng dimeşîne. Yaray di hemû xebatên xwe de bi ked û rûkeniya xwe di dilên hevalên xwe de cih digire.
Yaray piştî van xebatan di nîvê sala 2015’an de vê carê berê xwe dide Geverê ku yek ji navendên berxwedana rêveberiya cewherî ye û li vir navê „Baran Asmîn“ li xwe dike. Asmîn weke ku li Nisêbînê soz dide hevalên xwe, çeka apê xwe radike û gelê Geverê jî hembêza xwe jê re vedike. Asmîn ku her carê zarok wê dibînin bi bezê diçin û hembêz dikin.
‘Bi kena xwe jiyan dida’
Di rojeke sar a meha Sibatê de dema ji bo şopandina nûçeyan em çûn taxê, Asmîn li ber agirê ku pêxistibûn pêşwaziya me kir. Li dora agir dema sohbet jî germ bibû jineke ciwan berê xwe da Asmîn û jê re got „Hin jin hene ku bi kena xwe jiyanê didin we. Heval Baran tu jî yek ji wan î.“ Asmîn jî bi bişîrînê bersiva van gotinan da û piştî agir gur kir berê xwe da çiyan û got „Evîna şoreşê mirov kamil dike heval lê zaroka di nav me de her tim weke xwe dimîne.“ Asmîn wê şevê behsa Newroza Stenbolê jî kiribû û bi van gotinan hêrsa xwe ya têkoşînê anîbû ziman: „Wê şevê tenê îşkence li me nekirin. Polîs me û hevalên xort xist heman odeyê û hevalên xort li ba me tazî kirin. Dema polîsan henekên xwe kirin û keniyan min fem kir ku çiqas hov in.“ Piştî van gotinan Asmîn kete nav fikrên kûr û bêdengiyê. Hevala wê ya têkoşînê ya vê rewşê ferq kirî jî got:“ Tu êdî li vir î. Te bi evîn û baweriyê vê riyê silav kir. Tu weke çûkan azad î. Tu azad î Heval Baran, qasî kena xwe azad î.“
Asmîn jidil, Asmîn xwîngerm, Asmîn rûken bû. Hembêzkirina zarokên berxwedêr ji bo wê „azadî“ û „evîn“ bû. Asmîn bîranînên xwe di rojnivîska xwe de dinivîsî û rojekê dema çavê me bi rojnivîskê ket li ser nivîsîbû „Şervana kena wê xweşik.“ Belê Asmîn jî weke vê navê, bi rûkeniya xwe li dû xwe şopên xwe hiştin û berê xwe da welatê nemiriyê.
DÎHA/COLEMÊRG