Li gundê Firêriyê ya Navçeya Cindêris a Efrînê jî di encama barana dijwar de lehî rabû û zirareke mezin gihişte 15 mal û mizgefta gund û gelek wesayîtan. Di encama lehiyê de birîndar jî çêbûne.  Her wiha di encama bahoza dijwar de gelek dar ji kokê hilbûn û zirara madî gihişte gelek malan.

Her wiha di encama lehiyê de birîndar jî çêbûne. Her wiha di encama bahoza dijwar de gelek dar ji kokê hilbûn û zirara madî gihişte gelek malan.
SERÊKANIYÊ: Di van 2 rojên dawî de li bajarê Serêkaniyê ji ber rewşa hewayê ya dijwar, bahoz û baranê bi dehan dar ji koka xwe hilbûn û her wiha û tişta balkêş dareke Silfatokê (Kîniye) ku temenê wê bêtirî 15 sal e û dirêjbûna wê derdora 20 metran e tevî rehan ji binî ve hilbû û ziyanên madî gihîşte çend malên herêmê.
KOBANÊ: Li gundên rojavayê bajarê Kobanê jî duh zîpik bi dijwarî bariya. Barana zîpikan bû sedema ziyaneke mezin li zeviyên genim, ceh û nîskan çêbe. Debara welatiyên herêmê li ser van zeviyan tê kirin. Ziyana herî zêde li zeviyên gundên Boban, Xorxorî û Selîm bû. Hemî Xelîl yek ji welatiyên ku ziyan li zeviya wî çêbûye wiha got: “Bahozê sermiyana me di vê salê de şikand û ziyan bi demsala zeytûnan a du salan kir, ji ber ku heta çiqilên daran jî şikandine. Tê zanîn ku piraniya nîşteciyên herêmê sermiyan û debara xwe ji çandiniya bejî digirin, ji ber vê yekê çotkar di heman demê de sûd û ziyanê ji rewşa hewayê dibînin.”
EFRÎN: Li Efrînê jî ji ber barîna baranê ya dijwar lehî rabû û ziyaneke mezin a madî gihişte 15 malên ji gundê Firêriyê ya Navçeya Cindêris a Efrînê. Her wiha di encama lehiyê de birîndar jî çêbûne. Hate hînbûn ku hemû tiştên di 15 malan de bi temamî têkçûne. Her wiha ziyana madî gihişte mizgefta gund û gelek wesayîtan.
Şêniyên gund diyar kirin ku lehî ji ber kombûna ava baranê li herêma girên bakûrê gund û teqîna wê ji aliyekî pêk hatiye û bûye sedema ziyana madî li şêniyên gund.
Piştî lehiyê Şandeyek ji Desteya Bilind a Kurd çû serdana gund û alîkariya gundiyan kir. Alîkariyên Desteya Bilind ji betanî, ard, madeyên xwarinê pêk tê.
Endamê Desteya Bilind a Kurd Îbrahîm Xezal derbarê bûyerê de ji ANHA’yê re axivî û got ku ew di dema bûyerê de hatine gund û alîkariya gundiyên ku ziyan gihiştiye wan kirine. Xezal, destnîşan kir ku ewê rewşa welatiyan bişopînin û bi hemû hêza xwe alîkariya wan bikin.

 NAVENDA NÛÇEYAN