Rojnamevanê navdar û pisporê Rojhilata Navîn yê rojnameya Independent Robert Fîsk, di dema li Suriye çekên kimyewî hat bikar anîn, Tirkiyê gunehkar kir. Got. “Tirkiye têkildarî şerê Suriye ye û vê têkildariya xwe jî bidomîne.”Mînaka band”a ku wezîrê Karên Derve Ahmed Dawudoglu, Serokê MÎTê Hakan Fîdan  û 2. Serfermandarê Artêşa Tirk jî da û têkiliya bi şerê Suriye re, bi mînakan da.

Robert Fîsk, Recep Tayyip Erdoğan, weke “kanka”-hevalê herî nêzîk yê  Barack Obama nîşan da û got;  “dindar e, lê laik xuya dike, otorîter e lê demokratik xuya dike, serbixwe ye lê zeptûrepta wî zor e, bankaya NATO ye. Tam li gorî Qesra Spî û Pentagon e.   Osmanî ye û ji bo bekçîtiya eniya Ereb jî, mirovekî  ewle û natorekî baş e.” Di dema ku Robert Fîsk ev gotin nivîsîn, florta Erdogan bi Başûrê Kurdistanê re dest pê nekiribû. Xeta petrola Bakû Ceyhan û projeya NABUCO di rojevê de bûn.
Hirçê wêranî û gurê êrîşkeriyan Bender el-Sultan jî  hîna di “kûn”a xwe de razayî bû. Eniya siyasî ya  “Birayên Misilman” jî weke kêşa eniya îslamî, di arena siyasî de lotik didan. Çeteyên ku îdeolojî, felsefe, hişmendî, nirx û pîroziyên ola îslamî serûbinî hev kirin; pîrozî û nirxên mirovan, rûmet û exlakê civakan têkbirin, bi “îcazet û fermanan” zînêkarî kirin;yanî selefî û xaricî ji xeşîmên dîrokê derneketibûn û bi navê DAIŞ, hovîtî nedikirin..  Robert Fisk, hingî got, think-tankên weke saziyên hişmendî, hewngîrî û stratejî , wê kevine şaşiyan. Eger Emerîka li gorî raporên van saziyan tevbigere, bêyî ku daxwaêzn gelan li ber çavan bigire,  modelek nû ji bo Rojhilata Navîn derbixe pêş û wê vegera salên 1914 û 1915an.
Ne bi berfirheî be jî, Robert Fîsk, ev hişmendî wê bibe bingeha komkujiyên nû. Belêêê, komkujî her dem bi kuştina hezaran çênabe; kuştina rojnamevanên Kurd jî di nav de, di sala 2007an de, kuştina rojamevanê Ermenî Hrant Dink jî komkujî ye.  Kuştinên ji sedema Parqa Gezî û parçe kirina bedena zarokên Kurd jî komkujî ne. Terorîza kirina têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd jî rengekî din yê komkujiyê ye. Baş tê znaîn ku, Hevkarê Sara Spî û “kanka”yê Barack Obama  Tayyip Erdogan, gotinên  Saddam Huseyin yên tehdîdkar jî bê perwa  bikartîne. Tirkiye weke model dihate dîtin, lê îro?.. Gelo çi bû ku, mirovê li Rojhilata Navîn bi hêz û pêşeng, ji nişka ve k riya xwe guhert û ber bi diktatoriyê beziya? Zadegan û dîplomatên Erdogan “gaza sarîn” ku radestî çeteyên li Suriye kirin, bi beyanatên xwe mina ku bêjin, “ne sarîn, antîfîrîz” bû me da çeteyan.  Ev yek!..
Rojnamevanê Emerîkî,  Seymour Hersh jî dibêje; “Emerîka  bi erênî û desteka Tayyip Erdogan, xeta  Libya û Tirkiyê, ji bo çekên biçin Suriye  vekirin. Ev du!...
Dîse rojnamevanê Emerîkî Seymour Hersh, dibêje; Emerîka destur da Tayyip Erodgan ku di pêvajoya ambargo de, bi Iranê re  bazirganiya zêr bike.  Ev sê!...
Eger Emerîka û hêzên emperyal êrîşî Suriye bombarduman bikira, xwedayê “megalomaniya siyasî” Tayyip Erdogan,  wî bi şêwaza emperetoriya Osmanî, bikevê Rojavayê Kurdistanê û Suriye, dagir bike.  Ev çar!..
Barack Obama bi xwe got; “Em dizanin, serokê MÎTê Hakan Fîdan bi radîkalên Suriye re çi dike.”  Her kes diazne, ku Hakan Fîdan, bi êrênî û piştgiriya Emerîka, hêzn çete sazkirin. Emerîka, di pêvajoya dagirkirina Iraqê de, sosyolojiya civakan serûbinî hev kir. Birînên gelan yên sedsalî derman nekirin. Lewma civak  ketin valahiyekê.   Di bedena mirovan de enfal çêbûn. Gelên li Rojhilata Navîn jî, di neynika siyasî de, xwe dît. Ew dîmenê ku „sîstema xwedayî“ derdikete pêşiya wan  „serab“. Ev rastî di Berxwedana Gelê Kurd û gelê Filîstînî de dîtin. Ev ratsî di felsfeya Apo û tevgera Azadiya Kurd ku, bi riya medya alternatîf û teknolojî ragihandin fêm kirin. Dîtin û fêm kirin ku, lîderê karîzmatîk û cengawerê hawarê Tayyip Erdogan û Qralê Siudî Abdullah xasmirovê-kankayên Sara Spî ne.
Gelan raperîn da dest pê kirin. Lê hêzên hegemonîk, Tayyip Erodgan û Qralê Siudî Abdullah jî di nav de, bi gotina „ziyanên berfereh- collateral damage” dest bi dijberiya gelan kirin û serî li riyeke pirr cûda dan. Pêşî muxalafeta Suriye derxistin pêş. Pêşî  Tirkiyê,  piştre li Qtar civîn lidarxistin. Lê hêzên muxalif ji Suriye bûn û dem dema hestên neteweyî derdixistin pêş. Ev li xiş û hesabê hêêzn hegemonîk ne hat.
Li Rojhilata Navîn pêdiviya  wan, bi Usama Bin Ladenekî û El Qaîdekê hebû.
Hêzên hegemomîk, bêyî ku dereng bimînin, bi alîkariya hevkarên xwe yên  karîzmatîk, hêzên çete, ku dikarin "barbaric terrorism"ê, bikin sazkirin. Hevkarên şerê sêyemîn yê cîhanê, bi hevkariya hêzên hegemonîk, lîderên karîzmatîk û hêzên „barbarîc terorîst“, Rojhilata Navîn kirin gola xwînê.  
Di van rojên ku, agirê çeteyên „barbarîc terorîst“, li tevahiya herêmê pêçaye, xetên petrolê yên nû têne axaftin. Êdî Kendava Basra namîne çavkaniya yekemîn ya kêşa tankêrên petrolê. Bi vê pêwanê Başûrê Kurdistanê derxistin pêş. Florta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê jî ev e. Êdî Başûrê Kurdistanê ne Bakurê Iraqê ye, lîderên Kurd jî ne serokên eşîra ne. Lê dîmenê di rûdêna neynika siyasî de, ne mîna xuya dikê ye.
Balkêş e, ji bedêla ku  hêzên global û evîndarên nû yên hevkarên xeta petrolê, xwedayê gotinê „demokrasî, aştiyê“,  li dijî „barbaric terorîst“an şer nakin. Bi awayekî sîstematîk û bi stratejiyek têr lîstik de, ligel çeteyan cih digirin û dixwazin, di keseyeta Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, tevahiya gelên li herêmê dîl bigirin.
Wê dewam bike.