Foza Yûsif: Heke li herêmê valahiyeke biçûk li ser ewlehiyê çêbe, ev kes ji bo her kesî wê bibin tehlûkeyeke mezin. Ew ê bibin mîna bombeyeke ku pîma wê hatibe kişandin.
ERSÎN CAKSÛ / ANF/QAMIŞLO
Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif li ser dadgehekirina çeteyên DAIŞ´ê û rewşa dawî a bakûr û rojhilatê Sûrî peyivî. Foza Yûsif diyar kir, DAIŞ hîna jî gefê li dinyayê dixwe û got, “Sûcên wan li vê cografyayê hatin kirin. Ji ber vê yekê, divê li vir bên dadgehkirin. Ji bo wê jî şert e ku dadgeheke navneteweyî bê avakirin.”
Foza Yûsif di dewamê de bal kişand ser helwêsta hêzên navneteweyî û got; “Şaş e ku DAIŞ tenê weke pirsgirêkeke leşkerî bê nirxandin. Lazim e barê DAIŞ‘ê tenê li ser milê gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê neyê hiştin. Ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ya van kesan divê Neteweyên Yekbûyî, dadgeha ceza ya navneteweyî û hêzên navneteweyî bikevin nava hewldanan.
Mesele navneteweyî ye
Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif got, “DAIŞ ji aliyê leşkerî ve qediya, lê belê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka leşkerî ye. Çawa ku heta niha li dijî DAIŞ’ê têkoşîn hate meşandin, ji niha û pê ve jî ne tenê ji aliyê leşkerî divê ji gelek aliyan ve têkoşîn bê meşandin.Nediyar e wê paşeroja çeteyên DAIŞ’ê yên sûcên şer kirine û malbatên wan çi be. Em qala bi deh hezaran kesî dikin ku ji çar aliyên dinyayê hatine. Mirov dikarin bibêje, barê tevahiya dinyayê niha li ser milê gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye.”
Telûkeyeke mezin e
Foza Yûsif li ser şaneyên razayî yê çeteyan jî got, “Bi hezaran kes niha li girtîgehan in lê statûyeke vir tine. Li ser herêma me, di serî de dewleta Tirk, hin dever gefê li me dixwin. Heke li herêmê valahiyeke biçûk li ser ewlehiyê çêbe ev kes ji bo her kesî wê bibin tehlûkeyeke mezin. Wê bibin mîna bombeyeke ku pîma wê hatibe kişandin.”
Hewceyî bi xebateke hevpar heye
Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de rewşa kampa Holê jî bi bîr xist û got; “Kampa Holê yek ji mezintirîn kampên Rojhilata Navîn e, ev ji bo Bakur-Rohilatê Sûriyê ji hêla aborî, ewlehî û lojîstikî ve barekî giran e. Divê rewşa endamên DAIŞ‘ê yên girtî were nirxandin. Lê hewceyî bi xebateke hevpar heye. Divê NY, Rêxistina Efûyê, dadgeha cezayê ya navnetewî û rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî bi hev re bixebitin. Divê em hemû bi hev re vî barî hilgirin.”