
Li Til Temir teqîn
Li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê bi wesayîteke bombebarkirî êrişek pêk hat. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di encama teqînê de 4 welatiyên sivîl ên ji pêkhateyan Ereb jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane ev in: Endama Meclîsa Tenduristiyê Helîme Elî El-Elî û kurê wê Reşîş Ibrahîm Reşîd ê 9 salî. Husa El-Şêx Elî û keça wê Munewer Xizir El-Salim a 20 salî. Cenazeyên qurbaniyan rakirin nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê û tê payîn ku wê li goristana Şehîdan a Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê bispêrin axê.
´DAIŞ çekên kîmyawî bikar anî´
Wezîrê Tenduristiyê yê herêma Kobanê Nesan Ehmed destnîşan kir ku 7 bijîşkên pispor li nuqteyên sipî û şewata li cenazeyên şervanên YPG'ê yên ku di pevçûnên gundê Evdiko de jiyana xwe jidest dan lêkolîn kirine û hatiye xuyakirin ku çeteyan li dijî şervanên YPG'ê madeyên Kîmyawî bikar anîne. 8'ê Tîrmehê cenazeyên 3 şervanên YPG'ê yên ku di pevçûnên li gundê Evdiko yê rojhilatê herêma Kobanê de jiyana xwe jidest dan, gihiştin nexweşxaneya bajarê Kobanê. Li wir hin şewat û nuqte li cihê tazî yên bedenên şervanan hatin dîtin. Li ser vê yekê komeke bijîşkên nexweşxaneyê li bedena wan lêkolîn kirin. Bijîşkan ji ANHA'yê re diyar kirin ku ev şewat û nuqte ji ber bikaranîn madeyên kîmawî li dijî şervanan, derketine. Wezîrê Tenduristiyê Nesan Ehmed diyar kir ku xeteriya DAIŞ'ê gihiştiye asteke gelek bilind ku madeyên kîmyawî yê ji aliyê navnetewî qedexekirî ne li dijî welatiyên herêma Kobanê bikar tîne. Nesan bang li hêz û rêxistinên mirovî yên navnetewî kir ku li hemberî van êrîş û kiryarên dijmirvane berpirsyartiyên xwe bicih bînin.
ANHA/KOBANÊ
‘Sucê li dijî mirovahiyê dike’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê sûcên li dijî mirovahiyê yên di dema şerê navbera Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û yekîneyên artêşa Iraqê de tên kirin, hişyarî da. Rêxistina Efûyê ragihand ku DAIŞ'ê li gelek herêma bi awayekî komî mirov înfaz kirine û komkujiyên li dijî sivîlan jî li gorî mezheba wan dike. Ji pisporên Rêxistina Efûyê Donatella Rovera ya çû herêmên lê pevçûn hene û di nivîseke xwe de destnîşan kir ku sivîlên li Iraqê di nava xeternakeke şerê mezhebî de hatine bicihkirin. Rovera ragihand ku ji ber hovîtiya DAIŞ'ê û êrîşên hewayî yên artêşa Iraqê bi sed hezaran mirov neçar mane ji cih û warê xwe bimînin û anî ziman ku li herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê de gelek bûyerên revandinê rû dane. Rovera da zanîn ku hin kesên hatine revandin cesedê wan hatine dîtin.
Rêxistina Efûyê diyar kir ku di nava kesên hatine revandin û mirî hatine dîtin, du kesên ji heman malbateke ji Mûsilê jî hene. Rêxistinê da xuyakirin ku dema cesedê van kesan hatin dîtin, hat dîtin ku destê wan girêdayî bû, qirika wan hatibû jêkirin û serê wan hatibû eciqandin. Pispora Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku bi taybetî êrîşên li hemberî mirovên ne Sunnî peyama 'hûn li vir ne ewle ne' ji gelê sivîl re tê dayîn. Pispora Rêxistina Efûyê Donatella Rovera di nivîsa xwe de anî ziman ku karên artêşa Iraqê jî dibin sedema mirina sivîlan û ragihand ku ji ber êrîşên top û hewayî yên artêşa Iraqê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane. Rovera got, "Hemû aliyên şer, sûcên şer kirin û mafên mirovan binpê kirin." Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) jî artêşa Iraqê sûcdar kir. HRW dabû xuyakirin ku roja Îna bihurî yekîneyên ewlekariyê yên Iraqê û milîsên nêzî hikûmetê, girtî û hikumxwarên Sunnî yên li girtîgehan, bi awayekî komî înfaz kirine. DAIŞ'ê di 10'ê Hezîranê de bêyî rastî berxwedanekê were girîngtirîn bajarê petrolê yê Iraqê Mûsil bi dest xistibû. DAIŞ a ku di dawiya meha Hezîranê de li herêmên Iraq û Sûriyeyê xîlafet îlan kir, înfazên komî yên li gelek bajaran, di înternetê de weşand û diweşîne.
ANHA/QAMIŞLO
Oldaran DAIŞ şermezar kir
VADAY-DER'ê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li avahiya komeleyê civîn li dar xist. Serokê VADAY-DER'ê Mugdat Mîrekoglu, diyar kir ku êrîşên li dijî Kantona Kobanê li dijî mirovahiyê ne. Mîrekoglu, anî ziman ku armanca çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya hêzên derve berxwedana gelê kurd şikandin e. Mîrekoglu, bilêv kir ku komkujiyên li Rojava pêk tên tu eleqeya xwe bi mislimantiyê tuneye û di baweriya îslamê de misliman mislimanan nakuje. Mîrekoglu, destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku komkujiya Rojava bi dawî bibin.
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wanê jî bi heman armancê li ber Rêxistina PHD'ê ya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê Rukiye Arslan anî ziman ku ew komkujiyên li hember Rojava pêk tên, şermezar dikin. Endamên Dayîkên Aştiyê dê rojên pêş de ji bo piştgiriyê bidin berxwedan Kobanê dê biçin navçeya Bêrecûkê ya Rihayê.
DIHA/WAN