Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) di çarçoveya pêngava serî hilde ya ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Ebdulah Ocalan de, piştî navenda bajarê Şengalê doh li Bakurê Çiyayê Şengalê jî belovak belav kirin. Piştî belavok ji aliyê ciwanan ve hatin belavkirin li ser navê YCÊ´yê, Harûn Diyar daxuyaniyek xwend û di tê de got, “Em weke ciwanên Êzîdî tecrîdkirina Rêber Apo şermezar dikin û ji dewleta Tirk a dagiker re jî dibêjin, divê zanibin, heta Rêberê me azad nebe, ciwan wê li her derê di nava çalakiyan de bin û em ê di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de çalakiyên xwe berfireh bikin.” Ciwanên Êzîdî êrişên dewleta Tirk yên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî şermezar kirin got: “Em ji gelê xwe yê Rojava re dibêjin ku em weke gelê Êzîdî bi ruh û can bi we re ne.” Ciwanên Êzidî her wisa di beşa dawî ya daxuyaniya xwede jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin da ku artêşa Tirk li ser axa Başûrê welêt derxin û li hember vê bêdeng nebin.”   ROJNEWS / ŞENGAL