Nivîskar Yildiz Çakar belgeyên ku îsbat dikin helbestên Narîn Yukler ên ku wê bi wan xelata Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî bi dest anî, wergerên ji Tirkî ne, weşandin. Organîzator dibêjin, Yukler şaireke baş e û xelata wê jê re dimîne.
KADRÎ ESEN / AMED
Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî îsal cara 6´an wê pêk were. Lê îsal ji salên din cudatir e ji ber ku derket holê ku xelatgira pêşbirkê ya par Narîn Yukler, bi hin helbestên xwe yên wergerandî beşdarî pêşbirkê bûbû. Pêşbirk ji ber ku bi zimanê Kurdî tê organîzekirin, kesên ku beşdarî pêşbirkê dibin jî tenê dikarin bi helbestên xwe yên bi Kurdî beşdarî pêşbirkê bibin. Piştî wan îdîayan, Narîn Yukler bi rêya bloga xwe bersiv dabû û gotibû hin ji wan werger bûn, “lê min bi xwe wergerandine”. Jixwe, beriya bi çendekê, organîzatorê daîmî yê pêşbirkê Reüo Ronahi ji daxuyanî dabû û gotibû: “Jurî ev mesele di nav xwe de minaqeşe kir. Helbestên wê ne ji aliyê hinekan ve hatine wergerandin, lewre jî ne hewce ye em xelata wê jê bistînin.” Ji wir, mirov têdigihîje ku jurî bixwe jî qebûl dike, li ortê helbestên wergerandî hene.
Ez şaş mam
Îdîaya “Helbestên Narîn Yukler werger in” nivîskar Yildiz Çakar li ser medya sosyal belav kiribû. Me ji bo zelalkirina meselê hin pirs ji Yildiz Çakar kirin. Çakar dibêje, piştî pêşbirkê bi salekê, bi tesadufî jî nîvîskar û helbsetkar Nûdem Hezexî hîn bûye ku Narîn Yukler bi Kurdî nizane û wiha dipeyive, “Ez şaş mam. Min got, ev çawa dibe? Got ji min rica kiriye ku alikariya wê bikim. Lê ez jî xapandime. Min got çawa? Got, Narîn Yukler bi wergera min beşdarî pêşbirka Arjen Arî bûye. Halbûkî herî dawî ji min re gotibû, min wergera te avêtiye min bixwe helbestên xwe wergerandine û şandine pêşbirkê.”
Parvekirin asteng kirine
Paşê Nûdem Hezexî her sê dosyayên Narîn ên bi Tirkî û yên ku çend heb Narîn wergerandine û wergerên ku wî bixwe kirine ji min re şandin (Tîrmeha 2018). Dema ev belge ketin destê min, min sergirtî nivîsek nivîsand ku Narîn Yukler helbestên xwe yê wergerên ji Tirkî ev xelat wergirtiye, tişta ku li gorî qeydên dinyayê û etîka wêjeyê bike ev e; lêborîne bixwaze û xelatê dîsa bi şûn ve bide.”
Em ê xelatê jê bigirin
Yildiz Çakar dibêje, paşê, hemû belgeyan ji M Çiya Mazî û berpirsê pêşbirkê ji Reşo Ronahî re şandine û wiha qala meselê dike: “Di wê navberê de berpirsê pêşbirkê Reşo Ronahî him bi e-mailê him jî bi telefonê ji min daxwaz kir ku ez van belgeyan parve nekim û di axaftina xwe ya bi min re got, tu heta dawî mafdar î ji ber ku xelatên Arjen Arî ne ji wergerê re ne, ji helbesta Kurdî re ne. Em ê xelatê jê bigirin û pêşbirka nûh a 2019’an de bibêjin xelatên sala 2017´an betal bûne.”
Narîn Yukler rast nabêje
Çakar bal kişand ser helwêsta Narîn Yukler a têkildarî mijarê jî û got, “Narîn Yukler jî li ser hesabê xwe yê facebookê daxuyandibû ku 7 helbestên xwe wê bixwe wergerandine. Dosyaya xelat girtiye hemû ji aliyê Nûdem Hezexî ve hatiye wergerandin ku di vir de jî Narîn Yukler dîsa rast nabêje, lê piçek lixwe mikur tê ku dibêje hinek jê wergere. Yukler bi dosyaya xwe ya wergera ji Tirkî ne tenê beşdarî pêşbirka Arjen Arî dibe, bi wergera pirtûka xwe ya bi Tirkî jî beşdarî pêşbirka çarçirayê ya Rojhilat dibe. Lê li rojhilat encam ji pêşbirkê dernakeve.”
Tu rasteqîniya vê pêşbirkê nemaye
Yildiz Çakar dibêje, bi biryara xwe ya dawiyê jûrî mohreke reş ya xerabiyê li helbesta Kurdî xistiye û wiha diaxive: “Ji bo dawa xwe ji agir xelas bikin, helbest û zimanê Kurdî avêtine nava agir. Loma jî tu rasteqîniya vê pêşbirka ku bi destê weşanên evrensel-sor ve nemaye. Kesek nizane bi Kurdî lê bi zorê dixwazin wê bikin nava qada wêjeya Kurdî. Weke Arjen Arî gotî, di qada şer de pişta me negihişt erdê di qada wêjeyê de jî ti lîstik, proje, xerabî dê negihîje armanca xwe û dê ti kes nikaribe riya ava zelal bigire. Heger şahid divê, va ye helbesta Arjen Arî, va ye Cegerxwîn va ye helbesta Kurdî va ye ev ax!”
Helbest werger in
Me xwe gihand organîzatorê pêşbirkê Reşo Ronahî û me pirsa belgeyên ku Yildiz Çakar weşandine, jê kir. Ronahî hema bêje daxuyaniya xwe ya roja ragihandina pêşbirka 6’emîn dubare kir û got, “Min beriya niha jî gotibû û niha jî bibêjim. Me belgeyên Yildiz Çakar û daxuyaniya Narîn Yukler ên beriya niha ji jûriya pêşbirkê re şandin. Jûriyê piştî nîqaşên di navbera xwe de diyar kir ku çend helbestên Yukler li Kurdî hatine wergerandin.”
Yukler jî qebûl dike
Ronahî diyar kir ku jûriyê ji wan re ragihandiye ku Yukler jî qebûl dike ku çend helbestên xwe ji Tirkî wergandine Kurdî û got, “Jûriyê diyar kir ku Yukler di helbestên xwe de serketî ye û pêwîst nake ji bo çend helbestên wergerandî pêşbirk bê betalkirin û xelata Yukler jê bê standin. Em jî li ser vê yekê wek organîzator nikarin tiştekî bikin. Têkildarî mijarê malbata Arjen Arî jî wê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.”