
Gelek alî û kesayetan dane diyar kirin ku ev daxuyaniyên Barzanî xizmeta Tirkiyeyê dike û dijî berjewendiyên gelê Kurdin. Di vê çarçoveyê de rojnameger nivîskarê ji Kerkûkê Raber Reşîd ji ajansa me re axivî. Reşîd ragihand ku PDK dixwaze dîsan dibin zextan de xwîna Kurdan birêjîne.
Reşîd destnîşan kir ku ev gotinên Nêçîrvan Barzanî agirê şerê birakujiyê geş dike û got: “Di demekî ku Mesûd Barzanî û Mam Celal Talebanî şerê birakujiyê heram kirine, ev gotinên Nêçîrvan Barzanî agirê şerê birakujiyê geş dike. PDK dibin zextan de dixwaze dîsan xwîna Kurdan birêjîne. Ev gotinên wî xizmeta AKP, Erdogan û Tirkiyeyê dike. PKK’ê Şengal parast û rolekî gelek girîng û mezin hebû di rizgarkirina Kurdên Êzidî de.”
Nivîskar û rojnameger Raber Reşîd di berdewama axiftina xwe de wiha anî ziman; “Ev gotinên Nêçîrvan Barzanî vê yekê ji bo me dertêxe holê ku pîlanekî metirsîdar li dijî Kurdan ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin. Ev pîlan Başûr, Bakûr û Rojava digre nava xwe. Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê rasterast hewl dide destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake. Ji bo vê yekê gelek kar kiriye. Herwiha li Bakûr dest ji holê rakirina Kurdan, kiriye. Heya niha çend parlamenter û hevserokên HDP’ê girtine. Hina jî pîlanên wan hene li Şengalê şerê birakujiyê lidar bixin. Dixwaze vî pîlanî bi rêya PDK’ê pêk bîne.”
Nivîskar û rojnameger Raber Reşîd wiha dawî li axaftinên xwe anî; “Divê gelê Kurd di vê dema hestyar de bi baldarî tev bigere. Dijminên gelê Kurd hewldanên xwe gelek zêdekirine ji bo ji holê rakirina gelê Kurd. Ji bo vê yekê jî pêwîstiya gelê Kurd bi lidarxistina kongreya netewî heye. Ji bo hemû aliyên siyasî yekdengiyê ji bo Kurdan çê bike.”
KERKÛK