Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo serdaneke du rojan çû Tirkiyeyê. Barzanî piştî serdana li DYE’yê bi balaferike taybet li ser Zurîhê re hat Stenbolê û li Balafirgeha Ataturk a li Stenbolê ji aliyê rayedarên Wezareta Derve ve hat pêşwazîkirin. Barzanî beyî ku bersiva pirsên rojnamevanan bide, çû otela ku wê lê bimîne. Paşê Barzanî bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan re li ofîsa Serokwezîriyê ya li Dolmabahçeyê hevdîtin pêk anî. Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay, Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu û Şewirmendê MÎT’ê Hakan Fîdan tevlî hevdîtinan bûn. Hevdîtin ji çapameniyê re girtî pêk hat û piştî hevdîtinê jî ti daxuyanî nehate dayîn.
Barzanî wê du rojan li Tirkiyeyê danûstandinan bike û piştî Stenbolê, wê hevdîtinên xwe li Enqereyê didomîne.
Li gorî agahiyan wê di hevdîtinan de krîza siyasî ya li Iraqê, bûyerên li Sûriye, PKK û Konferansa Neteweyî bêne gotûbêjkirin.

STÊNBOL