Nêçîrvan Barzanî gilî û gazin ji hikumeta Bexdayê kirin û got, ew amade ne di berdêla % 17´ê budceyê de temamiya aboriya Başûrê Kurdistanê radestî Bexdayê bike. Barzanî her wiha got, “Em dostanî û alîkariya dewletên Tirk û Îranê ji bîr nakin.” 

Desteya Wezîran a Hikumeta Başûrê Kurdistanê doh li bajarê Hewlêrê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî civiya.

Piştî civînê Barzanî daxuaniyek da çapemeniyê. Têkildarî êrişên 16’ê Cotmehê û radestkirina herêmên Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.


Başûr amadeya dahata petrolê jî bide Bexdaye

Ji bo vê jî, Nêçîrvan Barzanî peyama dayîna tawîzan da û got: “Eger hikûmeta navendî % 17´ê budceya Iraqê ji bo herêmê veqetîne, em amade ne hemû hatinên petrolê teslîmî wan bikin.”
Nêçîrvan Barzanî ku beriya 25’ê Îlonê li wê bereyê bû ku behsa serxwebûna Kuridstanê dikir, doh bang li hikûmeta Bexdayê kir da ku di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de, mafê gelê Kurd li Başûr nas bike.

Li ser pirsa gelo wê ti hevdîtina wî li gel dewleta Tirk çêbe yan na, Nêçîrvan Barzanî got, “Em ê ti carî alîkariya dewleta Tirk a cîran ji bîr nekin. Ji destpêka salên 90’î ve deriyê xwe ji bo me vekir. Tevî ku heta vê gavê ti nîşaneyeke hevdîtinê tine ye jî, lê em hêvîdar in dewleta Tirk alîkariya xwe bi me re dewam bike.”

Nêçîrvan Barzanî di dewamiya axaftina xwe de, diyar kir ku hewlên wî zêde ne da ku pêwendiya li gel Tirkiyê û Îranê baş bibe.

Piştî referandûma 25’ê Îlonê, dewleta Tirk û Îranê bi yek helwestê dijminahiya xwe a li hemberî Başûrê Kurdistanê ragihand.

Her du welatan çûnûhatinên balafiran rawestand û deriyên sînor girtin.

Bi taybet jî dewleta Tirk û serokê wê Erdogan di vê pêvajoyê de bi awayekî eşkere gef li Başûrê Kurdistanê xwarin.

Lê rêveberiya Başûr û serokê hikûmeta wê Nêçîrvan Barzanî hê jî bi hêvî ne ku dewleta Tirk alîkariyê bide wan.


ROJNEWS / HEWLÊR