Weke her carê dema hilbijartin yan jî referandûm li Tirkiyeyê tê kirin, di nava 15 salên dawî de Mesûd Barzanî xwe digihîne Tirkiyeyê. Di demêkê de ku herî zêde bangewazî ji bo Yekîtiya neteweyî hat kirin, çima Barzanî bersiva van bangewaziyan neda, lê ev serdan kir. 

Di destpêkê de em bibêjin, her serdaneke Barzanî eger ji bo derman jî be, makîneyên derewan ên partiya wî dibêjin, ji bo “avakirina dewletê” ye. Vê serdanê di vê demê de ku Erdogan bi agir û hesin li hemberî Bakurê Kurdistanê û tevgera azadiyê bi giştî tev digere û her roj çiyayên Kurdistanê bombebaran dike, şaş e û cihê şermê ye. Nexasim AKP´ê tifaqeke nijadperest û faşîstane bi MHP´ê re  ava kiriye, jixwe, zihniyetên ne dûrî hev in û Barzanî bi xwe rola temamkirina vê tifaqê pêk tîne. 

AKP´ê rojeva serdanê diyar kiriye û li gorî daxwaza wê ye. Ji bo wê jî, şertê wan ê yekemîn ew e ku Barzanî ne tenê neçe serdana HDP´ê lê bi ti rengêkî HDP´ê nexe rojevê. Jixwe naxe rojevê û jixwe serdana HPD´ê nake, me jî fêm nekir ev şert çi bû? Yan jî ji bo veşartina sedema sereke ya serdanê bû. Jixwe, dema hevserokên HDP´ê hatin girtin M. Barzanî dengê xwe hîç nekir. Ti gumana pirraniya Kurdan êdî nemaye ku PDK di rewşeke dijberê Kurdan de siyaset dike. 

Baş e, sedemên vê serdanê çi ne? 

Ev ziyaret tam mîna ziyaretên M. Barzanî yên salên 90´î ye. amadekariya operasyoneke mezin tê kirin li Başûrê Kurdsitanê li hemberî hebûna Gerîla li çiyayên Başûrê Kûrdistanê. Jixwe, rojane li ser hev bomberan tê kirin û armaceke din ya sereke Şengal e. Ji ber ku Şengal rewşa PDK´ê li Başûr zehmet kir. Artêşa Tirk bîla sedem di bin navê “şerê DAIŞê” de ew qas çekên giran derbasî Başûrê Kurdistanê û bi taybetî Başîqe nekirin! Barzanî wê firsetê weke derbeke li PKK´ê dibîne. Lê ev wê ji bo PDK´ê bibe Şengala duyemîn.

Li aliyekî din di rojevê de bîrên petrolê yên Başûrrojavayê Kerkûkê hene ku dest  daniye ser, qaşo dixwaze weke kartekê bi kar bîne ku wê li ser rêya Îranê derxe derve. Ev taktîkeke pirr bi tehlûke ye û serê xwe û Başûr jî dixe belayê. Wan ji bîr kiriye ku bandora Iraq û Îranê li ser vê herêmê û nexasim piştî paqijkirina Mûsilê ji DAIŞ´ê zêdetir dibe. PDK´ê ji bîr kiriye ka Iraq çima Heşdê Şebî li Parlamena Iraqê rewa kir.

Ev siyaseta, tenê bila yekîtiya Kurdan nebe, lê bi her kesî re ez didim û distînim, di asta herî jor de ye. Ew ê tehlûkeyên mezin hem ji bo PDK´ê û hem jî ji bo Kurdan bi giştî bîne. Armanc ew e hem derbekê li PKK´ê bidin û hem jî li nava Başûr bi darê zorê çawa AKP´ê li Tirkiyeyê kir, ew jî li Başûr xwe serdest bikin. 

Sedemeke din jî derba li destketiyên Rojavayê Kurdistanê ye. PDK divê rewşê de jî tenê karteke bikaranînê ye. Hesabên şaş û binketî yên li ser pêşmergeyên ku dixwazin di bin navê “pêşmergeyên Rojava” bi rengêkî derbasî Rojava bikin. 

Demeke dirêj e ku siyasetvan û saziyên li dora ramanên Rêber Ocalan bangewaziyên ji bo yekîtiya neteweyî dikin, tevî ku ev yekîtî li gorî felsefeya neteweya demokratîk e, li hemberî vê hewildanê PDK bi têgîna “Dewleta Kurdî” her kesî hem dixapîne û hem jî li hemberî hewildanên demokratîkkirina sazî û têgînên klasîk pêşengiyê dike. Jixwe, nêzîkbûna tifaqa AKP-MHP û PDK´ê li dora rojev û sedemên serdana Barzanî, bi qasî serdaneke ji bo sedemên rojaneyîn e û bi qasî wê jî zelalbûna bereyeke nijadperestî û dîkatatoriyê ya li herêmê ye. Yên di nava kêmasiyê de bi xwe, ewin ku xwe dijberê vê bereyê dibînin, lê belê lingekî wan li vê bereyê û lingekî din li nav bereya din e. Ez eşkere û zelal bibêjim, ev jî li Başûr YNK ye û li Tirkiyeyê hêzên mîna CHP´ê ne. YNK di nava lihevketineke navxweyî de ye, ev jî tam xizmeta vê rojev û ajandaya PDK û AKP´ê dike. Plan û projeyên YNK´ê divê zelal bin. YNK û Gorran û beşek ji hêzên Îslamî lûxê wan nîne hem guhertinê bixwazin û hem jî li hemberî vê siyaseta çewt û şaş ya PDK´ê bêdeng bin yan jî tenê bi rêya hin parlamenterên xwe raya giştî nerm bikin û bixapînin. Dem dema tevgerên bi lez û bez e. Li dewsa daholên qulbûyî ya dewleta Kûrdî dema avakirina bereyeke demokratîk e. Eger Barzanî bi vê rojeva li jor vegotî, diçe Tirkiyeyê, sedem ne xurtbûna wî ye, lê lawaziya bereya demokratîk e. 

Hesabên şaş ên li ser Bakurê Kurdistanê tên kirin, ji aliyê bereya AKP-MHP û PDK´ê ve, wê pûç bin, çawa ku  parlametereke HDP´ê got, “Em hereketeke siyasî ne ku ji xweliya xwe ji nû ve xwe diafirîne, kes bila hesabên şaş neke”.