Li gorî zanyariyên hatîn girtin, serdana Barzanî ya Bexda li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ye, her wiha Barzanî wê li gel komên Kurdî yên li Bexda jî bicive. Hat zanîn ku Barzanî di civîna xwe ya li gel Ebadî de wê li ser mijara kontrolkirina Mûsilê biaxivin. Her wiha hat diyarkirin ku Barzanî wê di vê serdana xwe ya ji bo Bexda de li ser mijara dosyeya Hoşyar Zêbarî jî guftûgo bike.

 

Nûnertiya gelê Herêmê nake

Parlamenterê Tevgera Goran yê li Parlamentoya Iraqê Hûşyar Ebdullah li ser çûna Barzanî diyar kir ku dema serokatiya Barzanî bi dawî hatiye, ji ber vê yekê di serdana xwe ya ji bo Bexda de tenê nûnertiya xwe û partiya xwe dike, nûnertiya gelê Herêma Kurdistanê nake.

 Parlamenterê Tevgera Goran li Bexda Hûşyar Ebdullah wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ebadî timî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nezelalbûna wê tewanbar dike. Li ser vê mijarê em ji wan dixwazin di vê hevdîtinê de mijara petrol û mûçe bê zelalkirin. Ger ku ev mijar neyên çareserkirin, wê helwestek tund a parlamentoyê li hemberê wan çêbibe.” 


 HEWLÊR