Radyoya Dengê Elmanya (Deutsche Welle) bi Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re hevdîtin pêk anî û bal kişand ser gefa DAIŞ'ê. Muslim di hevpeyvîna xwe ya li malpera înternetê ya Deutsche Welle de da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo êrîşeke nû ya li hemberî Rojava amadekariyan dike. Muslim diyar kir ku ew dixwazin bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin û destnîşan kir ku Mesûd Barzanî hînê 'karakter'ê DAIŞ'ê baş fêm nekiriye.


Xetereyan tîne herêmê

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe de ragihand ku êrîşên DAIŞ'ê bi giranî li hemberî Kobanê tên kirin û kanton ji aliyê çeteyan de hatiye dorpêçkirin. Muslim diyar kir ku cihê lê êrîş tê kirin sînorên wan ê bi Tirkiyeyê re ye, lê deriyên sînor ên Karkamiş û Kaniya Xezalan heye. Muslim da zanîn ku Kobanê di nava van her du deriyên sînor de cih digire û got, "Kobanê nîşaneya nasname û hêza berxwedana Kurdan e. DAIŞ'ê ji destpêkê ve Kobanê hedef girtibû û şervanên wan ev dever ji xwe re weke hedefeke hêsan didîtin. Lê belê nikarîbûn vîna Kurdan bişkînin."

DAIŞ li dijî hemû Kurdan e

Muslim li ser pirsekê ragihand ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî asta xeteriya DAIŞ'ê baş texmîn nake û got, "DAIŞ'ê eşkere kiribû ku ew ne dijminê Kurdan e. Diyare ku Hikûmeta Barzanî jî ji vê bawer kiriye. Lê belê eger karaktera DAIŞ'ê baş fêmkiribûna yan jî li Rojava temaşe bikira, bi dîtina min wê gava pêwîst biavêta." Hevserokê PYD'ê li ser hewldanên Mesûd Barzanî yên ji bo pêkanîna referandûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê jî got, emê encamên referandûmê nas bikin. Mijara serxwebûnê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê vê gavê ne di rojevê de ye, eger başûr referandûmê pêk bîne emê nas bikin. Niha rewşa her parçeyê cûda ye. 

ANF/BERLÎN