Hevserokê BDP’a Amedê Mehmet Emin Yilmaz bertek nişanî vê yekê da û diyar kir ku Barzanî dixwaze polîtikayên AKP’ê têxe meriyetê, lê divê berî her tiştî Barzanî ji bo komkirina kongreya netewî peyvira xwe pêk bîne. Yilmaz ji Barzanî xwest ku nebe lîstikên AKP’ê. Yilmaz bibîrxist ku di vê dema ku sînorê Başûr li ser Rojavayê Kurdistanê digirin û komên çete êrişî Kurdan dikin de hatina Barzanî ya Amedê aciziyek di nav Kurdan de çêkiriye.
Divê berî her tiştî kongreyê kom bike
Yilmaz, anî ziman ku lazim e berî her tiştî Barzanî kar û peyvira xwe ya Kongreya netewî pêk bîne û wiha got: “3 carin kongre tê taloqkirin. Di aliyê komkirina kongreyê de divê Barzanî peyvira xwe pêk bîne. Diviya bû ku Kongreya Nertewa kurd li Hewlerê kom bûbûya. Di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn de her tişt ji nûve ava dibe yekîtî û rêxistinbûna gelê kurd pir girîng e. Lê mixabin birêz Barzanî, li gorî pêngava ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin tev nagere. Berî her tiştî Şoreşa Rojava heye. Herêma Federal a Kurdistanê li ser Rojava ambargo datîne. Tirkiye deriyan li ser sînor digire. Li şûna ku Birêz Barzanî li Şoreşê xwedî derkeve û piştgiriyê bide Şoreşa Rojava, derî li ser Rojava digire û ambargo datîne.
Erdogan ji bo propaganda hilbijartinê Barzanî tîne. Berê Kemal Burkay anî Amedê piştî encam bi dest nexist niha Barzanî tîne Amedê. Divê Barzanî neyê lîstikan û rola xwe ya li hemberî gelê kurd rast bi cih bîne.”
AMED