Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê li xwe mikur hat, ku wan Kerkûk û gelek herêmên din teslîmî Heşdî Şabî û artêşa Iraqê kirine. Barzanî diyar kir ku ji bo pêşmerge şer nekin wan hewl daye û herêmên hatine dagirkirin jî ‘bi rengekî aştiyane’ teslîm kirine.

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, li ser operasyona 16’ê Cotmehê ya Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ku Kerkûk û gelek herêm kontrol kirin, daxuyaniyek da û li xwe mikur hat.

Barzanî hewl da dagirkirina Kerkûk û herêmên li derdorê vebêje û got, ji bo pêşmerge li ber xwe nede, wî bi xwe hewl daye. Barzanî diyar kir, ku herêmên navborî ‘bi rengekî aştiyane’ radestî Heşdî Şabî û artêşa Iraqê hatine kirin.

Daxuyaniya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî wiha ye:

“Artêşa Iraqê, bi taybetî jî Heşdiyan bi rengekî bê sînor êrîş kir. Ji bo pêşmerge li ber xwe nedin û şer nekin, me hewl da. Herêmên navbirî bi rengekî aştiyane hatin teslîmkirin.”

Mesûd Barzanî îdîa kir, ku ji bo xwîn neyê rijandin pêşmerge li ber xwe nedaye. Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî roja 16’ê Cotmehê êrîşî 40 ji sedî yê axa Başûrê Kurdistanê kiribû û hêzên PDK û YNK´ê bêyî li ber xwe bidin, ji herêmê vekişandibûn. 


NAVENDA NÛEÇEYAN