Lîderê PDK´ê û kevne serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji malpera bi Ingilîzî weşanê dike Al-Monitor re peyivî. Di hevpeyvînê de wî behsa mijarên mîna rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, rewşa Rojava û Bakûrê Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyeyê û referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir.


Tirkiye wê dengê xwe neke

Barzanî li ser referandûma serxwebûnê gotiye, heke tiştekî sosret rû nede, ew ê îsal referandûmê beriya Cotmehê pêk bînin. Barzanî îdîa dike ku niyeta wî nîne bibe serokê Kurdistana Serbixwe, tevî ku bi xwe bûye sedema krîzeke siyasî li Başûrê Kurdistanê.

Piştî van gotinan, Barzanî li ser pirsekê, li xwe mikur hat: "Destpêkê Tirkiye li dijî federalîzma Başûrê Kurdistanê bû. Lê niha dema tu bala xwe didî pêwendiyên me tê dîtin ku eger referandûm were kirin û tenê ji bo Kurdistana Iraqê be û ti pêwendiya wê bi Kurdên Tirkiyê re nebe, dewleta Tirkiyê wê dengê xwe neke."

Barzanî paşê jî pesnê Erdogan da û îdîa kir ku ew ji her kesî baştir di pirsgirêka Kurd digihêje.


Xwest PKK ji Şengalê derkeve

Derbarê hebûna hêzên HPG û YJA Starê li Şengalê de jî Barzanî dîsa wek hertim gef xwarin û got, divê PKK ji Şengalê derkeve. Tevî ku hîna di ser qirkirina Êzîdiyên Şengalê re du salên temam nebihurîne jî, ka gelo çawa xelkê Şengalê baweriyê bi PDK´ê bîne jî, ne ji wan mijaran e ku bala Barzanî li ser e. 

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê Barzanî gotinên xwe û Erdogan kirin yek. Bi lefzên Erdogan, Barzanî weha peyivî: “PYD ne partiyek demokratîk e û li gor prensîbên demokratîk tev nagere. PYD û PKK ew her du yek tişt in. Amerîkî jî vê dizanin lê çavên xwe ji vê yekê re digirin. Ew ji ber şerê DAIŞ’ê naxwazin vê tiştê bibînin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN