Gotina “Barzanî, sembola têkçûna Kurdan e” bes bû ji bo ku bi sedan kes ji endamên PDK´ê di nav avahiya parlemantoya Kurdistanê, êrîşî ser parlamenter Rabûn Me’rûf bikin.
Rabûn dibêje: “Sîrwan Barzanî, birayê Mesûd Barzanî tevî 10-15 kesan hate parlamenê û li odeya alîkarê serokê parlamenê ez binçav kirim. Hemiyan li min xist û demjmêrekê êşkence li min kirin, lê ez amade nebûm lêborînê ji Barzanî bixwazim.”
Gotina Rabûn Me’rûf li ser Barzanî, gotineke ne bê bingeh e. Mirov dikare peyveke din jî lê zêde bike û bibêje “Barzanî, sembola xiyanet û têkçûna Kurdan e“.
Barzanî ne tenê navê eşîrek an paşnavê çend kesan e, Barzanî (Bav, kur û nevî) di kesatiya xwe de nûneratiya xeteke siyasî dikin.
Xeta ku ev 70 sal in li ser doza Kurd, bazirganiyê dike, xiyanetê bi pêş dixe, destketiyên Kurdan tine dike. Ji bo piştrastbûna ji vê yekê jî, di dîrokê de gelek mînak hene.
Piştî referandûma 25´ê Îlonê, hemî dewletên herêmê û cîhanê pişta xwe da Barzanî û amade nebûn careke din bi wî re tevbigerin, bi zexta Emerîka û Iraqê, dest ji desthilata xwe ya ne yasayî berda.
Ev gav avêtina Barzanî diviya berî 4 salan bûya, dema ku Barzanî dema serokatiya xwe ya yasayî qedand, lê bi zordarî xwe ferz kiribû û rê li ber krîzekê vekir ku heta niha jî didome.
Zêhniyet û îdeolojiya wan bûye xetek siyasî ku tê nasîn û bandor li ser doza Kurd dike.
Barzanîzm nûneratiya Kurdekî paşverû, bê îrade, kirêgirtî dike. Nûneratiya siyaseteke ne demokratîk û ne neteweyî dike.
Barzanîzm hêza xwe li ser bingeha hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn digire û pişta xwe bi hêzên derveyî Kurdistanê rast dike.
Barzanî nûneratiya vê xetê dike ku negihiştiye asta netewebûnê û di asta berjewendiyên eşîreke biçûk de ye.
* Di dema êrîşên ser komara Kurdistanê, li Mehabadê, Mele Mistefa tevî Pêşmergeyên xwe ji Rojhilat reviya, û Qazî Mihemed û gelê Rojhilat bi tenê û bê parastin hişt, berê xwe da Rûsya û reviya.
* Sala 1958´an ku Ebdulkerîm Qasim li Iraqê desthilat girte dest, pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kir, Mele Mistefa jî vegeriya Kurdistanê, lê li hember çaksaziyên Iraqê sekinî û bi eşîr û burjuvayên Kurd, şerek derxist holê û pêvajo xira kir û destektiyên Kurdan têk birin.
* Sala 1974´an şahê Îranê gazî Mistefa Barzanî kir ji bo Tehranê, jê re got biçe mala xwe rûne û dest ji şerê bi Iraqê re berde. Dema ku Rojnameya fermî ya Îranê “Keyhan” ji Barzanî dipirse; “We di civînê de behsa çi kir?” Mele Mistefa got: “Karê min qediya!”
Bi deqekî, bê şer Aşbetal kir û bi hezaran Pêşmerge belav kirin, tekoşîna wan têk bir û teslîm bû.
* Sala 1996´an Mesûd Barzanî daxwaza alîkariyê ji Sedam Husên kir ji bo ku bi artêşa Iraqê re Hewlêrê dagir bikin û YNK´ê ji Hewlêrê derxînin.
* Sala 2014´an Barzanî û PDK´ê bi DAIŞ, Si’ûdî û Tirkiyeyê re peymanek çêkir û Şengal teslîm kir.
* Sala 2017´an Barzanî lîstika referandûmê derxist holê, piştre li hember gefên Iraq û herêmê xwe negirt û bi YNK re %51´ê erdên Başûr teslîmî Iraqê kirin.
- Barzanî bi dehan caran li ser daxwaza Tirkiyê, Îran û Îraqê li dijî hemî hêzên Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava şer derxistiye û berpirsyar e ji gelek komkujî û kuştina bi hezaran kesan.
Niha li Kurdistanê têkçûna Mesûd Barzanî di rojevê de ye, lê mirov dipirse ev têkçûn wê tenê têkçûna Mesûd Barzanî be yan têkçûna xeta wî ya siyasî be jî?
Barzanî dest ji serokatiya herêma Kurdistanê berda, lê qebûl nekir heya hilbijartina bê, kesekî din biçe cîhê wî. Serokatiya herêmê cemidand û desthilatên wê yên girîng jî bi ser serokên Hikûmet û civata dadmendiyê parve kir ku ew jî di bin desthilatdariya PDK´ê de ne.
Ev nêzîkatî tê wê wateyê ku Barzanî dest ji serokatî û yekdestdariyê bernedaye, belkû lîstikekê dike heta ku derfetekê ji xwe re yan ji kurê xwe re çêke ji bo ku dîsan vegerin li serokatiya herêmê.
Nabe xelkê Başûr şaşiyên Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî dubare bike. Îbrahîm Ehmed, piştî têkçûn û xiyaneta Mele Mistefa ya li Mehabadê, careke din ji Rûsya ew vegerand Kurdistanê û ji xwe re kir rêber. Her wisa piştî têkçûna 1974´an, li ser daxwaza Talebanî û YNK´ê, di dema serhildanên 1991´ê de vegeriyan Kurdistanê û dîsan bûn desthilatdar.
Divê êdî sînorek ji bo vê xetê were danîn û zêhnyeta wê were tinekirin.
Nabe careke din derfet ji rabûna vê xeta klasîk a siyaseta Başûr re peyde bibin. Li her dera ku ev xet desthilatdar be, ew der dagirkirî ye.
Heger gelê Başûr rabe ser xwe û bi perspektîveke nû xeta xwe ya demokratîk ava bike, wê di têkçûna kesayetiya Barzanî û PDK´ê de, tevî zêhnyeta wan, xeta teslîmbûn, xiyanet û têkçûna Kurdan ku siyaseta Başûr dimeşîne, wê têk biçe.