Mamostayên bajarê Silêmaniyê li dijî wernegirtina mûçe çalakiyeke girseyî li dar xist. Mamosteyan diyar kir ku ew sîstema bipaşxistina mûçe qebûl nakin. Mamosayên bajarê Silêmaniyê doh serê sibehê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê çalakiya xwe pêk anî.
Mamostayan di çalakiyê de diyar kir ku li dijî nedayîna mûçe û çaresernekirina pirsgirêkên wan, çalakiyên wan didomin. Her wiha mamostayan nerazîbûn nîşanî bipaşxistina dayîna mûçe da û diyar kir ku ew sîstema bipaşxistina mûçe jî qebûl nakin.
Mamosta û karmendên navçeyên Kelar û Kifrî yîn devera Germiyanê jî li dijî nedayîna mûçe ya di dema xwe de, dest bi xwepêşandanê kir.
Doh serê sibê, karmend û mamostayên herdu navçeyan li ber Baka Kifrî dest bi xwepêşandanê kir. Li navçeya Kelar wekî din li ber rêveberiya Perwerdeya Kelarê jî xwepêşandan hebû.
Karmend û mamostayên Kelar û Kifrî li dijî nedayîna mûçe di dema xwe de xwepêşandan li dar xistin. Her wiha xwepêşandêran nerazîbûn nîşanî sîstema bipaşxistina mûçe jî dan.
SILÊMANÎ / KELAR