Lê ew deng tevlihev in. Ji ber ku di milekî de dengê dawetan jî tên, dengên def û zirne li ezmanan belav dibin, stranên Oremar, ango berxwedanî û stranên govend û şahiyan jî di nava hev u du de wenda dibin. Hinê deng ji çiyayê Kurdistanê tên, hinê wan ji pîknîgekî, hinê wan ji dur ve hinê wan li ser serê min in. “Heval rabin heval!.. Heval bila her kes li ser xwe be. Tedbîr bigirin... Oremarê bilind e!... Çavreşa min… Tîlîlî tîlîlî!..”
Ew xewn û rastî yên ku di nav hevudu de pêk hatin, doh nin pêr bû. Em li Taksîmê, li Gezî Parkê bûn. Heya sibehê niqaşa me ya li ser bûyera Geziyê domiya bû û ber sibehê jî êdî berxwedaniya ziman û çavên min bêderman mabûn û razabûm.
Ew dengên ku min şiyar dikirin jî li wir dihatin. Sifte panîkek çêbû. Lê heya ku ez rabim û pêlava xwe lixwe bikim, ji milê “hevalan” govendên bicoş destpêkirîbûn jî... Jixwe Kurd, di nav berxwedaniyê de bin jî, di rêwîtiyê de bin jî, bi çi şiklî dibe bila bibe, hema çalakiyek an jî xebateke civakî di rojevê de nebin, hema qasî çirkekî demeke wala nekeve destê wan, tenê bila derfeteke biçûk nebin, bes e, teqez destpêkirina govenda wan sedî sed e... Li wê sibehê jî, heya ku çalakvanên Geziyê rabin li ser xwe, ji zû ve govenda Kurdan geş bûbû jî...
Buyerên ku ez qala wê dikim, ango doh nin pê sibehê qewimîn, jixwe êdî her kes li ser ekranan temaşe kir û her kes zane. Lê vegotina min ku îro ezê bi we re parve bikim ne nûçeyên wisa ne. Ezê îro, berî wê sibehê, ji destpêkirina çalakiya Geziyê bigirin heya doh, çavderiyên xwe ya taybet û nêrînên xwe ji we re parve bikim. Min bixwe, li Gezî Parki çend tişt ceriband û gihîştim çend fikran. Ezê van çavdêrî û nêrînên xwe, bi zimanekî rexnegerî ve jî bixemilînim û bînim ziman.
1-) Ji bo şoreşê hêza çalakiyê ne tişteke, hêza hişmendiyê her tişt e: Hûn dikarin ji bo çalakiyê hêza însanan bi awayekî bînin ser hev. Bi şiklekî ew hêz tên, kom dibin, lê heke ku hişmendiyeke we ya şoreşê, ya civakê, ya hevjiyanê, ji bo tendurustî ya tekiliya civakê birdoziyeke we tune be, ew şoreş di serî de têk çuye, beredayî ye, pêdiviya wê şoreşê jî tune ji însanan re... Kêmasiya çalakiya Gezî, ya herî berçav ew e.
2-) Heke hêza we ya leşkerî, civakî, birdozî, hêza we ya tevahî hêzên şoreşê li ser hev tune bin, tenê bimahbûnê ve hûn nikarin tu mafekî xwe ji destê desthilatdarên Tirk bigirin. Ji ber ku desthilatdariya Tirk, hêzeke bêrû û bêpîvan ya 700 salî dişopîne û ber vê hêzê, hêza we ya temsîlkirina rastiyê tenê bi ser xwe nikare biserkeve. Li dijberê vê hêzê, tenê xwedîmaf bûn, ji bo serkeftinê kêr nayê. Ew pergala îxtîdarbûna Tirk, pergaleke wisa ye. Ewê bi şiklekî lîstikekî bilîze û li ber çavên civakê jî, wekî ku lêxistin û kuştina te tiştekî normal e binavbike û bi her hêzê xwe were ser te û di navbera çend çirkan de te têkbibe. Ji bo wê meşrûtî ne pirsgirêk e.
3-) Ji ber van tiştan jî, bi vî halî ve çalakiya Gezî Parkê, tu şeklî nikare biserkeve. Ji ber ku 2 tişt kêm e. Hişmendî û hêzbûn. Lê ev çalakî, ji bo ku hikumata AKP’yê dev ji dilawertî, mêrankî û zordesti ya xwe berde çalakiyeke bimaf, biheq, birast, birûmet, çalakiyeke nîşandana nerazibûnê ye. Bi vî halî çalakiyeke baş e, rast e, piştgirîdana vî çalakiyê jî bi vî nêrînê ve girêdayî hewce ye. Ji bo hişê Erdogan were serê wî, gavek paş ve biavêje, çalakiyeke baş e, ewqas...
Bi coşê, bi mafê, bi girseyî çalakî çêdibe, rast e, lê bêhişmendî tu şoreş hêz nagire û tu awayî nameşe!..
Baş e… Lê hişmendî?
Ji ser xewkirina min hê saetek jî derbas nebûbû. Jixwe ber sibehê bû. Ewilî ji kûr û dûr ve, piştre li kêleka min, wekî dengên ku ji xewê tên wisa, çend deng hatin gihîştin guhê min. Wekî ku ez di qadekî gerilatiyê de me, çalakiyek, êrişek li ser me destpê kiriye, cûrbecûr her kes radibe, hin kes çek û rextên xwe dide ser milê xwe, hin kes hevalên xwe şiyar dike, di nava komê de hinê wan jî ji bo parastina tevahî ya qada ku em tê de ne tedbîrên leşkeriyê digire.