Duh li Baskê bir amanca piştgiriya ji bo bangawaziya ETA’yê ya ji bo diyalogê, meşek bi heyet hate lidarxistin.
Di meşa ku li bajarê Bîlbaoyê hate lidarxistin de hema bibêje nunerên hemû partiyên siyasî yên Baskê beşdar bûn. Li ser bangawaziya Izquierda Abertzalê bi deh hezaran Baskî li pey pankarta “Bas Çareseriyekê Dixwaze” meşiyan û bang li hikûmetên Spanî û Frensî kirin ku guhdarî bangawaziya ETA’yê ya ji bo diyalogê bikin.

Di meşê de dirûşimên ji bo serxwebûna Baskê hatin gotin. Her wiha di dawiya meşê de manîfesto hate xwendin. Di manîfestoyê de hate xwestin ku daxwazên Konferansa Navnetewî ya Aşitiyê ya ku li San Sebastianê di 17’ê cotmehê de pêk hat, bêne pejirandin û wiha hate gotin; “Divê pêvajoya li Baskê dest pê kiriye bi çareseriyê encam bigire. Divê di vê pêvajoyê de gelê Baskê yê di bin serdestiya dewletên Spanî û Frensî de biryara xwe bi xwe bidin û çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Divê ev maf ji gelê Baskê re were naskirin.” Di meşê de Rêberê Partiya Sosyalîst a Baskê Danî Maetzû daxuyaniyek da û diyar kir ku divê tezmînata kesên k udi encama tundiyê de ziyan girtine jî were dayîn.Her wiha di meşê de hate xwestin ku ji bo serbestberdana 700 girtiyên di girtîgehên Franse û Spanyayê de ne şert û merc bêne sererastkirin.

ANF/BILBAO