ENES YILDIZ / ANF/BEHDİNAN
Baskên te ne. Li çiyayan difûrin. Li ser navê azadiyê çi hebe bifûrîne. Li ser baskên xwe, li ser baskên çiyayan, ji peyvên dawiyê, çi hebe , çi mabe bi xwe re bibe. Piştre min jî li ber rêwîtîya bayê bixe û bi xwe re bibe. Li çiyayan, li ser zinaran, li ser baskên xwe û bi şewqa xwe min jî ji xwe re bibe. Di newalekê de di bilindahiya hêvîyekî de em bi te re difirin. Li çiyayên bipal û bi baskên şopa te em xwe ber didin. Di şefaqa sibê de û bi te re... Ji dildarîya şopa te ye.