Amed da zanîn ku kuştina jina binavê Eyser Îsmaîla 24 salî û keça wê ya 5 salî hêj kujerên wan nehatine dîtin. Amed diyar kir ku “ Li gorî daxuyaniya mîdûryeta polîsan a Hewlêrê di sala 2011’an de di 9 mehan de tenê li Hewlêrê 60 jinan bedena xwe daye ber agir û 30 jinan jî întihar kiriye” , her wiha ‘jina ku bi 12 guleyan hatî kuştin’, HRW: Li başûrê Kurdistanê ji sedî 40 jin tên sinetkirin’, ‘ keça ciwan a ku li Silêmaniyeyê bi darê zorê hatiye zewicandin xwe kuşt’…
Kuştinên jinan
Amed destnîşan kir ku dema mirov li sîteyên başurê Kurdistanê ya beşa jinê temaşe dike mrov matmayî dimîne ji ber ku ji nûçeyên qetilkirina jinan û ji kuştinên jinan wê detir mirov rastî tu tiştekî din nayê. Amed bilêv kir ku şîdeta li hemberî jinê , zêdebûna sinetê û kesên jinan dikujin kujerên wan nayên cezakirin û ji ber çêkerên çandî û saziyên bi bandor ji ber ku qeydên jinan nînin kuştinê jinan jî zêde dibin.
Berpirsa rêveberiya Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê ya başûr Rotînda Amed wiha pêde çû; Em bi salane li başûrê Kurdisatanê li bajarê Kerkukê xebatê didin meşandin lê li başûrê Kurdistanê bingeha çêkera civakî, xebatê ji bo şikandinan dike û qanûnên hikûmetê wiha nirxand..
Qanûnên eşîretan
Rotînda Amed, diyar kir ku qanûnên eşîretên başûrê Kurdistanê ji hemû qanûna bêhtir bi hêzin. Li gorî qanûnên şerîetê ‘ tiliya ku şerîet dibire na êşe’ eşîretên ku xwediyê qanûn û têgehên bivî awayî ne temenê mrovan kurt dikin. Li Kurdistanê herdem hejmara kuştinên jinan zêde dibe, şîdeta civakî û biser de jî qanûnên îktîdarê jî yê di bin bandora olî de. “ Bingeha civakê xistiye nava kurekê û întiharên jinan jî zêde dibin”.
Qanûnên paralel
Berpirsiyara RJAK’ê Rotînda Amed li ser makeqanûna Kurdistana başûr ku di bin bandora qanûnên olîde jî maye axivî û wiha got, “hikûmeta herêmî ya Kurdistanê qanûnên xwe li gorî qanûnên hikûmeta Iraqê amade kirine û di bin bandora qanûnên şerîetê de mayê. Di vî warî de qanûnên demokratîk di bin bandora qanûnên olî de manê û têkilhev hatine bikara nîn. Di vî warîde mînakên balkêş hene. Mînak li gor qanûnên ku hatine çêkirin, ger ku jinek bê destûra hevserê xwe derkeve derve û jê destûrê nexwaze mafê hevserê wê heye ku li wê jinê bide. Li gorî wan qanûnên hikûmeta herêmê jinek nikare bê destûra mêrekî serlêdana pasaportekê bike. Jin di warê şahidiyê de jî heman pirsgirêkan dijîn şahidiya du jinan beranberî şahidiya mêrekî tê dîtin. Hikûmeta herêmê ji bo mafên jinan hin sozên guhertina qanûnan dide lê hetanî niha tu sozên ku di vî warî de bi cih anîne tunene. Amed dibêje ku qanûna ku li başûr ji bo ku jin neyên sinetkirin li gor ku ketiye meriyêtê jî dîsa ji ber ku kes eleqeyê nîşan nade hîn li gelek gund û bejahiyên herêmê sineta jinan berdewam e. Amed di bêje ku li başûr gelek saziyên jinan hene lê berpirsiyarên wan mêr in û peywira xwe bi cih naynin û bê wate dimînin.”
SOZDAR DERSÎM/KOLN