Bi xwe welat rizgar nekirin, li ser têkçûnê bûn. Amêrîkayê li Saddam xist, li Başûr rewşeke defakto derket holê û ew li ser wê derfetê rûniştin. Ne kêm ev bîst û şeş sal in, ew nîv dewlet in, her derfeta wan hebû. Li şûna ku ew wan derfetên destdayî ji bo serxwebûn û azadiya gelên Kurdistanê û bingehê dewletekê bi kar bînin, ji ber azweriyên xwe, hewesên xwe yên çavbirçî û têkiliyên xwe yên bi derdorên têkçûyî re, ev derfetên destdayî tev de di ser guhê xwe re avêtin, heba kirin. Niha jî bi vê têkçûna xwe ew rûmet û serbilindiya ku berxwedana Kobanî di nava bala giştî de bi destxistibû, bi reveke nayê têgihîştin têk birin.

Ji bo serdestî û berjewendiyên malbatî û partiya xwe pêşî li hemû pêşveçûnên navxweyî girtin. Bi boneyên cuda, rêya yekîtî yan jî kongreyeke neteweyî xitimandin. Tu saziyeke dewletbûnê neafirandin. Wek pergala serkarî û rêveberiyê jî mînaka herî xirab û nerênî, ango ew pergala emîratên Ereban wergirtin. Serok, serokwezîr, wezîr, dezgehê sîxwirî û asayişê tev de bi endamên malbatê ve girêdan. Rasterast dîktatoriyeke malbatî. Tevgerên piçûk jî bi azînên qirêj difetisandin.

Ji bo vê nîyeta xwe porkirinê û serdestkirina azweriya malbatî jî di warê çapemeniyê û bangaşiyê de mînakên Berlusconî û Erdogan ê di cihanê de îzole, rezîl û li ser kendê têkçûnê ne, hilbijartin. Bi dehan kanalên TV, bi sedan radyo, li ser medya dîgîtal malper li ser malperê dan vekirin. Hin peyayên wan kom û komikên Bakur yên têkçûyî, revokên bi kompleksên giyanî bi çend qurişan xistin nava vê medya qirêj. Van têkçûyan jî ji bo porkirina rastiyên xwe her û her dan bin çengên wan, serî li wan werimandin, ew jî hatin coşê û xwe di neynika gerdûnî de hîs kirin. Mîna ku Iraq, Îran ne tişt bin, dewletên koalisyonê li ser mêraniya wan mabe, tevgeriyan.

Erdogan ê ketiye nava tewana mirovahiyê, di vê rewşa wan baş gîhîşt. Ji vê rewşa wan sûd wergirt û ew bi tevahî bi xwe ve girêdan. Ji bo berjewendiyê xwe yên malbatî û serkariya xwe her ew bi kar anîn. Bi gotineke kurt û Kurmancî ew wek lîstokekê li ser tiliya xwe dan reqisandinê. Leşker û dezgehê sîxwiriya xwe li ser xaka Başûr da bicîhkirin, dest avêt bingehê aboriya Başûr. Rêvebiriya Hewlêrê bi her awayî li dij Rojava bi kar anî. Heta li dij Rojava li wir komê çete jî ava kirin. Ji Petrola Başûr triliyon qezenc kirin. Li gor hin daneyan bi mîlyaran pereyên wan di bankên Tirkan de ne, lê nikarin bigirin.

Erdogan ê di warê dîplomasiya de têkçûyî, bi tevahi îzole bûyî, bi lêdan û çalakiyên gerîlayan di hundir de jî hatiye ber ruxandinê. Ji bo balê bikişîne ser deverên din, her û her hewl da ku şer derxe. Di encamê de ji bo şer derxistinê serkariya Hewlêrê teşvîqê referandûmê kir. Def û zurne da destê têkçûyîyan û berê bala giştî da Başûr. Li aliyê din bi Îran û Iraqê re ket têkiliyan û ew gijê ser herêma Kurdistanê kirin. Lê ew baweriya kor a bi Erdogan nehîşt ku rêveberiya Hewlêrê bikane rastiyê bibîne. Hişyarkirinên hin dostan jî cidî negirtin.

Di vê pêvajoyê de tevliheviya li Iraqe, di rastiyê de ne li gor berjewendiyên Koalisyonê bû. Bê vê CIA baş dizanî ku kî Barzanî teşvîqê referandûmê kiriye. Beriya ku referandûm pêk were Emêrîka, Ingilîz û Fransiz bi hin pêşniyazên balkêş çûn serdana Barzanî. Jê xwestin ku ew vê Referandûmê ji bo çend salan bi paş ve bavêje. Lê Barzaniyê pişta xwe dabû Tirkiyê, ev pêşniyaz red kir. Di medya xwe de jî ev wek qehremaniyekê da pîrozkirin. 

Emêrîkayê bi girtina Birêz Ocalan ji wan re rê vekiribû. Ji ber ku Emêrîkayê li Saddam xistibû ev derfet derketibû pêş wan. Wan peymanên firotina petrolê bi fîrmên Erdogan re bi fîrma Rûsyayê re îmze kir. Dema Emêrîkayê ji wan xwest ku ew artêşê ava bikin, wan ev red kir. Herî dawî jî pêşniyazên referendûmê red kirin. Ma Emêrîka vê ji wan re dihêle? Wê jî sinyala bêdengmayînê da Iraqê. De kerem ke! Bila şêwirmendên têkçûyî, dostên têkçûyî, şeqşeqkarên dolaran bibin alîkar! Hûn ne tenê bûne bela serê xwe, hûn bûn bela serê hemû Kurdistaniyan jî.