Li Başûrê Kurdistanê xelk bi yek dengî yek peyam da; Kurdistan yek e, Erdogan qirker e. Di peyaman de hat bibîrxistin ku armanca dewleta Tirk qirkirina tevahiya Kurdan e û piştî Rojava ew ê berê xwe bide Başûrê kurdistanê jî.

Li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbuyî ya Hewlêrê bi pêşentiya 14 partiyên Başûrê Kurdistanê bi navê 'Meclîsa aliyên siyasî yên Hewlêrê' xwepêşandanek li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û ji bo piştgirîkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat.

Di xwepêşandanê de parkarta, 'Parastina Rojavayê Kurdistanê erka exlaqî ya hêzên navneteweyî ye', 'Ji şer re na', 'Na ji şidetê re', ' Na ji dagirkeriyê re' û 'Daxwazê ji hêzên siyasî hemûyan dikin ku aramî û yekrêziyê biparêzin' berz kirin.

Herwiha daxwaznameyek jî pêşkêşî nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Zaxo û Soran

Welatiyên Zaxo û Soran li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê daketin qadan. Welatiyên Soran gotin, “Ji Soran û Riwandiz, heya mîrên Baban, em li gel te ne ey Rojavayê Kurdistan.”

Xwepêşandana girseyî ya bi tevlîbûna çalakvanên sivîl, rojnamevan û şêniyên bajêr pêkhat, ji navenda bajêr destpêkir, heya nava bazarê dom kir.

Welatiyên Zaxo jî li ber Pira Zaxo ya kevnar kombûn û daxuyaniyeke girseyî ji bo çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezar kirin.

‘Yek e yek e Kurdistan yek e Erdogan terorîst e’

Bi sedan kesên ku li Parêzgeha Duhokê xwepêşandan lidar xist, êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di xwepêşandana ku dirûşmeyên, “Yeke yeke Kurdistan yeke Erdogan terorîste”, “Bijî berxwedana Rojava” derketin pêş û hat gotin, êrişên îro liser Rojava wê sibe li ser Başûr jî pêk werin û banga yekîtiyê li Kurdan hat kirin.

Li Silêmanî, Teqteq, Akrê, Derbendîxan, Xaneqîn, Xurmato

Li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna sedan kesî êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin. Çalakvanan bang li gelê Kurd kirin daku nakokiyên hizbî bidin aliyekî û li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin.

Li bajarokê Teqteq ê ser bi Koyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Li Akrê, Derbendîxan, Xaneqîn û Xurmato jî dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin.

 NAVENDA NÛÇEYAN