ELÎ QADIR / ROJNEWS / SORAN
Li navçeya Qeladizê ya ser bi Raperînê, li dijî kiryarên rejîma Îranê û kuştina kolberên Kurd, çalakiyek hat lidarxistin û xelkê piştgirî da gelê Baneyê.
Nerazîbûnên li dijî kiryarên rejîma Îranê berfireh dibin. Di vê çarçoveyê de li Baxê Giştî yê navçeya Qeladizê li dijî kiryarên rejîma Îranê û kuştina kolberên Kurd çalakiyek hate lidarxistin. Çalakvanên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan gelê Baneyê.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya Kurdistanê, li ser navê çalakvanên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê Siyamend Xuresan axivî û got; “Siyaseta birçîkirinê yek ji siyasetên çewt û faşîst ên rejîma Îranê ye. Rejîma Îranê dewamç siyaseta birçîkirin û qirkirina gelên Îranê dide meşandin. Nexasim gelê Kurd, kolber û kasibkarên Kurd qetil dike. Ji ber vê yekê em van qirkirinên rejîma Îranê şermezar dikin. Em piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên gelê Baneyê û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê nîşan dikin. Em dubare siyaseta rejîma Îranê ya birsîkirina gel û êrîşên wê yên li ser kolberan şermezar dikin.”
Êrîşa li dijî Rojhilat li dijî her çar parçeyan e
Li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî, Şiwan Xidir axivî û got; “Êrîşên li dijî Rojhilatê Kurdistanê, êrîşa li dijî herçar parçeyên Kurdistanê ye. Rojane rejîma Îranê û Tirkiye êrîşan dibin ser gelê me. Ji ber vê yekê em daxwazê ji hemû aliyên siyasî dikin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser gelê Kurd cidî kar bikin. Ji bo ku kongreya neteweyî bê lidarxistin û yekîtiya neteweyî pêk were. Ji bo dawî li hemû dagirkeriyan were. “