LUQMAN GULDIVÊ
Li Başûrê Kurdistanê ji ber helwêsta PDK´ê li Zînî Wertê aloziya di navbera aliyên Kurd de zêde bû. Li aliyê din li Iraqê hikûmeteke nû piştî salekê hat damezrandin. Li Zînî Wertê li hevkirinek mumkin e yan na? PDK li wir çi dike? Hevsengiya di navbera hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de çawa çêbû ye? Me ev pirs ji akademîsyen Dr. Seevan Saeed pirsî. Seevan Saeed ê ku doçent e li Dibistana Dîrok û Şaristaniyê ya Zanîngeha navdar a Çînê, Shaanxi Normal University, dibêje, bi halê heyî PDK´ê li dijî berjewendiyên miletê Kurd tevdigere û ji bo wê jî yekîtiya neteweyî divê xwe li ser esasê miletê Kurd deyne. Ew dibêje, di warê siyaseta Iraqê de jî hikûmeta Başûr êdî teslîmî Bexdayê bûye.
Ya li Zînî Wertê diqewime, îşaret bi çi dike? PDK bi roleke çawa dixwaze rabe? Yan PDK’ê li vir bi destê xwe ye yan na?
Tişta li Zînî Wertê diqewime nîşana du şertên PDK tê de ye. Ya yekê, di asta Kurdistanê, miletê Kurd û partiyên siyasî yên Kurd de ye. Ya diduyê di asta dewletên dagirker de ye; nexasim jî Îran û Tirkiye. PDK timî girêdayî hevkarên qels û koperatoran e. Ev ne cara yekê ye û wê nebe cara dawî ku PDK li dijî berjewendiyên milet, partî û yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê tevdigere. Ev ne cara pêşî û dawî ye ku PDK xizmeta dijminên Kurdan û Kurdistanê dike, çawa ku di van 50 salên dawî de gelekî xuya kir. Di vê bûyera li ber me de, dewleta Tirk ji PDK´ê dixwaze di êrişên wê yên pirralî yên li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê de hevkariya wê bike.
Zînî Werte girekî stratejîk e ku dewleta Tirk dikare ji bo sînordarkirina kapasîteyên eskerî, îstîxbarî û dîplomatîk ên KCK´ê bi kar bîne. PDK wiha diyar e ku ji ber hevkarî û girêdana xwe ya demdirêj, neçare hevkariya dewleta Tirk di vî karî de jî bike; di nava vê de parastina berjewendiyên PDK´ê û Barzaniyan, peymana firotina nefta Kurdistanê jî hene. Ji ber wê PDK ne ku ji bo jê veqete hat Zînî Wertê. Ew tevî îstîxbarat û eskerên Tirk şandin wir da ku dewleta Tirk êrişên xwe li dijî KCK´ê û xelkê deverê berfireh bike.
Rêber Abdullah Ocalan jî, KCK’ê jî xwest hêz hemû vegerin pozîsyonên xwe yên beriya aloziyê. Ev çiqasî realîst e?
Ez bi rastî hinekî jî hêrs dibim ku her roj du roj KCK banga ji bo yekîtiyê dikin. Ocalan jî vê bangê dike. Ez hez dikim dîsa bibêjim, meseleya Yekîtiya Neteweyî li pêşiya partiyan, ya miletê Kurdistanê ye. Ti kes nikare yekîtiya neteweyî bi PDK´ê re çêke, heta ku ew rojane zordariyê dike, stratejiyeke dij neteweyî û dij kurdî datîne ber xwe. Ya ku divê mirov bike, divê mirov PDK´ê bisekinîne.
Divê mirov ji PDK´ê re bibêje na, ji têkiliyên wê yên qirêj ên bi dewleta Tirk re bibêje, na. Ev wezîfeyeke exlaqî û dîrokî ye li ber partiyên Kurdistanî û milet. Ha vê kêliyê DAIŞ bi desteka PDK´ê li deverên bi nakok [ên di navbera hikûmeta Başûr û hikûmeta federal a Iraqê de] ji nû ve bi ser xwe ve tê. Delîl hene ku nîşan didin PDK alîkariya DAIŞ´ê dike da ku jiyanê zehmettir bike ji bo xelkê li wargeha penaberan a Mexmûrê û li Êzîdiyên li Şengalê.
KCK bi ya min divê eşkere bibêje, PDK ji bo berjewendiyên xwe yên eşîrî û ji ber teslîmbûna dijminan (di serî de dewleta Tirk) ji mêj ve ji çarçoveya Kurdîbûnê derketiye û xizmeta dijminên Kurdistanê dike.
Maneyeke siyasî ya ji herêma tesîrê û berjewendiyên kom, malbat û çîneke siyasetê û wêde ya duparçebûna herêmên tesîrê ya YNK û PDK’ê gelo heye?
Herçî aloziya di navbera PDK û YNK´ê de ye, mesele berjewendiyên eşîrî ne, elaqeya wan bi berjewendiyên neteweyî û civakî re nîne. Ji ber qelsiya wan, YNK, Gorran û partiyên din ên piçûk, ji 2003´yan ve timî bi PDK´ê re li hev dikin. Roj bi roj PDK van partiyan heta bi radeyeke ku mirov êdî hew ti cudahiyê di navbera wan de bibîne, asîmîle dike. Êdî wilo bûye, mirov dikare ji partiyên Başûr re bibêje PDK, versiyonên hinekî baş, hinekî xirab ên PDK´ê.
Esas herdu malbatên Barzanî û Talabanî barê herî giran in li ser pişta miletê Kurdistanê. Tişta herî dawî ku bê bîra wan wê milet û berjewendiyên vî miletî bibin. Ji ber wê aloziya di navbera wan de ne cidî ye. Ew bi lîstikên xwe yên qirêj serî li milet digerînin.
Hikûmeta nû li Bexdayê ji bo Kurdan wê çi iguhere? Gelo hikûmeta Başûr û Bexda wê li hev bikin li ser meseleya petrol û mûçeyan?
Salekê piştî îstîfaya serokwezîrê hingê Abdulmahdî, hikûmeta navendî hat damezrandin. Serokwezîrê nû, Mustefa Kazimî kesekî ewlekariyê ye. Hem Îranê û hem jî DYE´yê ew qebûl kirine. Partiyên Kurd bivên û nevên jî, ew serokwezîr e. Wî ti soz nedaye PDK û YNK´ê. Ew bi rengekî ji rengan ji berê cidîtir û hişktir e beramberî Kurdan. Dibe ku hin tiştan di warê siyaseta Kurd a li Bexdayê de biguhere, her wiha di warê yekdestdariya PDK´ê di wê siyasetê de jî. Şaşiyên demdirêj ên PDK Û YNK´ê Kurd li Bexdayê lawaz kirin, ew qasî hazir in ku bi serokwezîrê nû re li hev bikin. Nexasim di encama kêmbûna buhayê petrolê de Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê neçar bûye daxwaza Bexdayê qebûl bike.
Tevî ku bêhejmar pirsgirêkên Iraqê hene ku serokwezîrê nû wê bi wan dakeve, lê ji ber bêhejmar şaşiyên PDK û YNK´ê di van bîst salên dawiyê de dibe ku Kurd li Bexdayê ew xeleka qels bin û serî bitewînin li ber wan berjewendiyên jê re dibêjin, yên neteweyî yên Iraqê. Ji ber wê jî tevî peymana neqanûnî ya PDK´ê bi Tirkiyeyê re, dosyayên gaz û petrolê wê di bin hukmê hikûmeta Iraqê de bin. Ev jî pirsgirêka herî mezin a di navbera Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî de ye. Li aliyekî mecbûr in rastiyê qebûl bikin, teslîmî Bexdayê bibin. Li aliyê din ma ew ê çawa miamele bikin bi peymana xwe ya bi Tirkiyeyê re; wê peymana ku kir bi temamî teslîmî dewleta Tirk bibin, û li peytaxtê bikevin ji ber lihevkirina Halk Bankê ya dest danî ser pereyên petrola Kurdan jî têra xwe meseleyê tevlîhev dikin. Mixabin e ku miletê Kurdistanê bibinketiyê mezin e di vê meseleyê de. Milet azarê dikişîne ji ber bibinketin û zordariya PDK´ê û safdiliya aktorên Kurd ên siyasî di van salên dawiyê de.