Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 têkoşerên xwe ku di 27’ê Sibatê de li Girê Spî jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Pakrewanên ku ji bo parastina gundê xwe jiyana xwe ji dest dayî, bavek û kurê wî ne.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Gelê Rojavayê Kurdistanê bi riya berxwedana xwe ya bêhempa, prensîbên girêdana bi azadiyê re nîşanî mirovahiyê dike û hemû cîhanê matmayî dihêle.

Di êvara 27’ê Sibatê de çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk êrîşeke hevpar anîn ser bajarê Girê Spî û herêma giredayî wê. Di berxwedanê de ku şervanên me û gelê heremê nîşan da, ew plan hatin pûçkirin.

Di vê berxwedanê de, li gundê Hemam Tirkman 2 şervanên me heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li berxwe dan û li wî gundî de romanek berxwedanê nivîsandin. Wan tu car rê nedan ku hovîtî bi ser bikeve. Bav û kûrê wî yên ku cihê xwe di nav YPG’ê de girtin bi hev re berxwedaneke bêhempa meşandin û pevre ji bo parastina welat û rûmeta xwe şehîd bûn.

Em wekî YPG/YPJ’ê, vê qehremaniyê tu carî ji bîr nakin û em ê her dem li ser şopa wan bin. Heger em bi ser dikevin, ev bi saya hevgirtina hêzên me ye. Soza me ya ku me daye tevahiya gelê xwe û malbatên şehîdan, em ê herdem li ser şopa şehîdên xwe bin û tu carî rê nedin vîna gelê me bişke”. n NAVENDA NÛÇEYAN


Nasnameya têkoşeran wiha ye:

Nav û Paşnav: Ebdullah Elayêd

Navê Dayikê: Hurîye

Navê Bav: Xelef

Cîh û Dîroka ji Dayîkbuyînê: Hemam Tirkman – 1960

Dîroka Tevlîbuyînê: 2015

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27 Sibatê 2016 – Hemam Tirkman

****


Nav û Paşnav: Elî Elayêd

Navê Dayîk: Ouş

Navê Bav: Ebdulah

Cîh û Dîroka ji Dayîkbuyînê: Hemam Tirkman – 1990

Dîroka Tevlîbuyînê: 2015

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27 Sibatê 2016 – Hemam Tirkman