´Şerê netewî eve´
Di berxwedanê de hemû kes cih digire. Çîroka her kesê tevlî berxwedanê dibe cuda ye. Çîroka bav û 4 kuran di eniya şer de balê dikşîne. Ahmedê Yebsê bi 4 kurên xwe Velîd, Azîz, Hamê û Veysî di berxwedana Kobanê de cih digirin. Ahmedê Yebsê, diyar kir ku salek û 2 mehin ber xwe didin û bi 4 zarokên xwe di berxwedanê de cihê xwe digirin. Yebsê, anî ziman ku ji bo axa û azadiya xwe şer dikin û wiha got: "Ji bo Kobanê çi pêvîst be em amadene bikin. Du kurên min ên din jî hene. Ez dê wan jî tevlî berxwedanê bikim." Yebsê, da zanîn ku dê heya dilopa xwîna xwe ya dawî Kobanê biparêzin û hemû malbata wî ji bo parastina axa xwe di refên YPG'ê de hatine cem hev.
'Emê wan derînin´
Yebsê, bilêv kir ku tu kes nikare bêje "Kobanê ket" û ev îdîa hemû derew in û bi armanca berxwedana Kobanê reş bikin bi zanebûn tên kirin. Yebsê, destnîşan kir ku gelê Kobanê şev û roj ber xwe dide û roja çeteya xilas bibin hatiye û wiha axivî: "Ev pîs in. Em ji wan natirsin. Ez bang li hemû gelê Kobanê dikim, hemû kes amade be. Em dê van çeteyan ji ser axa xwe biavêjin." Yebsê, diyar kir ku roja çeteyan bi tememî ji ser axa xwe bavêjin hatiye û ji bo vê yêkê jî bi zarokên xwe re di şer de cih digire. Azîz Yebsê jî diyar kir ku ew bi 3 birayên xwe re ji bo parastina Kobanê tevlî YPG'ê bûn û bavê wan jî li eniya şer alîkariya lojîstikê dike. Yebsê, anî ziman ku ji bo çeteyan bi tememî ji Kobanê derbixin û paqij bikin di berxwedanê de cih digirin. Yebsê, da zanîn ku gelê Kobanê 24 seatan li hemberî çeteyan şer dike.
ANHA/KOBANÊ