
Ehmed Şêx Xezê (60) ji gundê Çuqurê Kobanêye, rexmê temenê xwe yê mezin jî tevlî pêngava rizgarkirina Raqa yê bûye. Ew û kurê xwe mil dane milê hev di heman eniyê de li himber çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Ji bo parastina welatê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê kurekê Ehmed Şêx û du xarziyên wî şehîd bûne.
Ehmed Şêx Xezê liser pirsa ‘ma hûn divê temenê xwe de zehmetiyan nakêşîn’, got; “Heya ez xwe liser lingan bigrim wê li dijî çeteyan şer bikim.”
Ehmed Şêx da diyarkirin ku li herêmên Sirrin û Teşrînê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye û got: “ Li ku şerek li dijî çeteyan hebe, ez amedeme biçim wêrê şer bikim.”
Kurekê Ehmed Şêx, di pêngava Şehid Rubar Qamişlo di Hezîrana 2015’an de şehîd bû. Ehmed Şêx dide diyarkirin ku keçek û kurekê wî niha li Rojava, dijî çeteyan di nava tekoşînê de cihê xwe girtine. Firaz ji yek ji wane, Firaz ji destpêka rojên şoreşa Rojava de tevlî refên şoreşê bûye.
Firaz der barê bavê xwe Ehmed Şêx de got; “Li ku eniyek li dijî çeteyan vebe, bavê min di wê eniyê de cih digre. Li ku pêngavek vebe, ez û bavê xwe diçin tevlî wê pêngavê dibin.”
Firaz diyardike ku hemû endamên malbatê wê ji bo parastina welatê xwe tekoşînê dikin. Firaz axaftina xwe wisan bi dawî kir; “Heya dilê min lêbide, ez wê şer bikim. Raqa ji parçeyek ji vê ye, heya welatê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê bê paqijkirin li ku şer hebe ezê wir bim.”
REQA