
Bi wê jî jêhatîbûna lawikî didan nîşan. Niha jî dibêjin, ’Bavê kurê xwe yan jî bavê keça xwe.’ Bi vê jî şanaziya ji şoreşgeran diyar dikin.
Serpêhatiya yek ji lehengên Kurd, Davut Ozsular (Navdar Serhat) jî dibe sedem ku mirov li ser babeta kur û bavan an jî nifşan biponije.
Navdar ê dilpola par li Efrînê li dijî artêşa barbar di şerê rûmetê de şehîd bû.
Navdar di nav malbateke welathez de hatiye dinê. Di temenê piçûk de koçî Elmanyayê dikin. Li welat bav Îbrahîm şoreşger e, tê girtin, dijmin êşkenceyên dijwar lê dikin. Gava derdikeve jî derfeta jiyanê nadin wî. Bi malbatî derdikevin sirgûniyê. Li nêzî Berlînê niştecî ne. Ji xwe re xwaringehek vekiriye û jiyana xwe dewam dikin. Lê têkiliya wan tim li gel doza welatî heye, ti car xwe dûr nadin. Ji nav zarokan jî bi taybetî Davut û Bêrîvan bi şoreşê re têkildar in, dixwînin, dişopînin û lêdikolin.
Davut û Bêrîvan ji zaroktiyê ve jî wek du hevalan in. Bi şev û roj bi hev re ne, xwarina wan bê hev nabe. Xwîşk û biratiyeke wisa di kêm malbatan de tê dîtin. Davut xortekî bejinzirav, dirêj mîna şaxê spîndarekê ye, Bêrîvan delala jinan û dengxweşek e.
Her tişt di sala 2014´an de guherî. Davut ê ku dûvre wê vegere Navdar î ji bavê xwe re yê ku tim jê re (Îbo) dibêjin, got, ’Îbo bi xatirê te, ez diçim. Dem hatiye, êdî naxwazim zêde dereng bimînim!’
Bav îbo şaşwaz e, ya rastî ne li benda wê rûdanê ye. Lê çi jî be, ew bav e, ew Îboyê welatparêz e. Gava zarokên xelkê diçûn çawa li çepikan dida, niha dor hatibû ser wî û zarokên wî. Dîrok rûpela ezmûnê li ber vekiribû.
Îbo nexwest bi çêyî yan jî neçêyî bandorê lê bike. Dixwest bihêle ku ew biryara xwe bi vîna xwe ya serbixwe bide. Rojekê ji nişkê ve wenda dibe. Ev piçek li Îbo giran tê, dixwest xatirê xwe ji hev bixwazin, hevdu hembêz bikin, lê Davut wisa baştir dîtibû.
Bêrîvan jî wê demê zewicîbû û keçikeke wê ya bi navê Viyan hebû.
Çûyîna Davut jiyana wê jî serobin kiribû. Êdî her babet ‘berê û piştî’ çûyîna Davut dest pê dikir û dawî lê dihat.
Piştî demeke dirêj têkiliya wan çêbû. Davut êdî nema Davut bû, bûbû Navdar. Navdar di demeke pirr kin de li serê çiyan vegeriyabû berdilkê hevalên xwe. Dixwest wan çiya, gelî û newalan di nav cegera xwe de bihelîne, dixwest wan heval, hogir û lehengan wek helbestekê ji ber bike, bixwîne û qîr bike. Her wisa hevalên wî, li gel çiya û kendalên welatî jî Navdar hebandibûn.
Car bi car li gel hevalê xwe Îbo jî sohbet dikir. Gilî û gazincên xwe jî bi hev de dikirin. Îbo digot, ’Gereke te xatir bixwesta, me hevdu hembêz bikira.’ Wî digot, ’Min nexwest hawireke hestiyar çêbe. Wê ji bo dayîka min jî zehmet bûya.’
Davut ê ku êdî rê nîşanê civakê dide, car bi car rexneyan li Îbo jî digirtin, digot, ’Tu bi jiyana xwe, bi paqijiya dilê xwe, bi welatheziya xwe nimûne yî, lê divê tu hindek din jî xwe bi pêş bixî.’
Û dewam dike: ’Hevalê îbo, gava ez tevlî nav refan bûm, piştî demekê min nexweşîneke dijwar a çerm bi min ket. Her derê bedena min bûbû birîn û min debar nedikir. Dem bi dem ez hizirîm ku vegerim. Lewra barekî giran bû, min digot, dibe ku di bin de bimînim. Rojekê, min face vekir. Te ji min re wiha nivîsîbû: ’Lawê min ê delal, Navdar. Ez qurbana te bim! Ji riya te daye ser, ji xeyal û armancên te re rêzdar im. Ser seran ser çavan. Ez bi te bawer im, tu yê bi şanazî hilgirî. Bi tenê lawê min, hay ji xiyanetê hebe. Ji wê rêya tu çûyî veger jiyaneke sernizmî ye, lê heger hebe mirin, wê mirineke serbilindî be. Û min careke din da ser rêya xwe. Ez bi te serbilind im, Îbo.’
Piştî demekê Bêrîvan jî dide ser rêya wî. Mixabin li çiyayên azad nikarin hevdu bibînin. Niha li gelî û newalên azad dengê Bêrîvanê (Azê) olan dide: ’Mam, li hêviya te mam. Ji bo te min berê xwe da van çiyan’
Divê mirov li ser wê têkiliya bav û kurî bihizire. Divê mirov li ser wê xwîşk û biratiyê jî hizir bike. Civaka Kurd ber bi ku ve diguhere.
Bi rêya malbata Ozsular, Newroza tevahiya malbatên şehîdan û a gelê Kurd pîroz be.
Ew rûmet rûmeta me hemûyan e.