
Kî çax pirsgirêkên pêşketin û geşkirinên zimanê Kurdî tên rojevê pê re gelek tiştên din jî derdikevin ser sehneyê. Di serî de xirecira şîretan li hewa difirin. Di çapemenî, televîzyon, malper û tora civakî de ji her seriyekî gotinek derdikeve. Piraniya wan gotegot û xireciran li ser şîretên xav ava dibin.
Hinek meseleyê giran dikin. Dikin ya man û nemanên hestiyariyê. Bi hisên netewperestiyên hişk bi ser ên din de dikin qerebalix. Hinek bi mînak dayînên welatên xelkê pirsgirêkê muqayese dikin. Teoriyên qerase, fikrên felsefîk ên balkêş û zanista zimên a ku bûye gilok di Kurdî de berê munaqaşeyê didin çol û kerbelayan.
Di vê meseleyê de jî mîna gelek meseleyên me dema dikeve rojeva siyasetê, hingê dikeve rojeva Kurdan jî. Destpêkê wek bertek nîşan dayînên qehrok derdikeve holê. Mîna reflekseke tundwer tê dîtin û di demên pêşin de li ser vê yekê niqaş û munaqaşeyên klîşe dimeşe. Bêguman wan deman bi hêza heyecan û bi êşa îspatkirina hebûna zimanê Kurdî gotin li hewa difirin. Tavilê plan û projeyên seyr, meş û xwepêşandanên çalakvaniyê ên ku li ser refleksên nişkavdayî avabûna eyan dibin. Bêyî saxlemkirina bingehan û nasîna dînamîkên zimanê xwe bi ber bayê gotinên dagirkeran dikevin. Halbûkî kesên baqil bi rêbazên wiha jirêzê û erzankirina zimên ranabin. Jixwe piştî demekê - dema ji rojeva siyasetê dikeve- ji rojeva Kurdan jî dikeve heta. Yanê dîsa rojeva pirsgirêkên Kurdan bi riya siyasetê, siyaseta dagirkeran tê tayînkirin.
Helbet zimanê Kurdî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye. Meseleyên li ber zimên ji hêla her kesî ve pir hindik eyan e. Ji pirbûna zaravayan bigire heta zêdebûna devokan. Ji qutbûna parçeyên Kurdistanê bigire heta qutbûna siyasetên navbera Kurdan de… Muheqeq ev ji bo sazkirin û avabûna dewleteke netewî pirgirêkên mezin in. Standartkirina zimên, sazkirina mêjûyekî kurdewar û pêkanîna ruhekî netewî pêşiya pêşin yekîtiyê dixwaze.
Wekî ku ji hêla her kesî ve tê zanîn meseleya avakirina yekîtiyekê meseleya siyasî ye. Û heta ku otorîteyeke hevpar a siyaseta Kurdistanê çênebe, dê ev meseleya jî ji holê ranebe. Qe nebe heta niha wiha xuya bûye.
Lêbelê li vir ez dixwazim balê bikişînim ser tiştekî din. Zimanê Kuçeyê. Bi gotineke din bikaranîna zimanê Kurdî di jiyana rojane de. Yanê zimanê li kuçeyê.
Ziman jî wek hemû bûnewerên xwezayî zindî ye. Organîk e. Yekser bi mirov re peywendîdar e. Girêdayî dil û mejiyê mirov e. Danûstandinên ragihandinî ên bi riya zimên tên avakirin di eynî demê de rengê wê civatê jî diyar dike. Çiku bîra mirov ya zimên herî zêde li kuçeyê zindî ye. Ji jiyana rojane hildibere û dîsa dide jiyana rojane. Tevî hemû kêmasiyên xwe zimanê li kuçeyê tê bikaranîn zimanekî emrdirêj e. Eger meriv bibêje kuçe dilê jiyana rojane ye wê ne mubalaxa be.
Erê, rast e zimanê axaftinê ne li gorî gramer, rastnivîs û rastxwendinê tê xwendin û tê nivîsîn. Heta hin caran li gor xwe ji zimanên din jî gotin tev lê dibin. Ji zimanên biyanî jî dide û distîne. Tiştên di mantiqa nivîsê de ên rêkûpêk hene di axaftinê de tune ne. Bi gotinek din zimanê axaftinê zimanekî dengî ye. Yanê li ser dengan bilind dibe. Her kî ku diaxive gotin û peyvan li gorî mejî û hîsên xwe vedibêje. Di her axaftinê de bi hawiyekî bûneweriya xwe jî dide der yê ku diaxive. Ji nivîsê hîn serbestir û afirînertir e. Çiku qalib û sînorên di nivîs û xwendinê hene di axaftinê de tunene. Ev jî cîhanên cuda, xeyalên bêdawî û tesawûrên firehtir li ber meriv vedike.
Teoriyên qerase, pirtûkxaneyên ji kitêban dagirtî, avahiyên mezin yên zanîngehan, zanista zimên a ku bi her hawî derbarê zimên de şîrove û îzehatên xwe hene. Eger tenê di wan quncikan de asê mabe û nebûbe zimanê kuçeyê emrê xwe kin e. Ne zindî ye. Mîna mirovekî ji dinyayê îzolekirî tenha ye û hêdî hêdî li benda mirina gewdeyê xwe dimîne.
Lêbelê zimanê li kuçeyê dijî zimanekî zindî ye. Mîna hestî, xwîn û bi goşt e. Ji nava jiyana rojane şax ber dide. Tev li ruh û dilê civatê dibe. Mirov pê xewnan dibînin, xeyalên baskfireh ava dikin û bîra hebûna xwe pê dipêçin. Ku hingê dibe zimanekî zindewar û emrê hebûna xwe di her şert û mercên dijwar de berdewam dike.