Ciwanên êzidî yên di Yekînêyên rêxistinî yên YBŞ’ê de berpirsyar in, eşkere kirin ku piştî berxwedana gerîlayên HPG´ê û YJA-Starê li dijî DAIŞ’ê bi ser ketiye, pêşmergeyên PDK’ê ji gelek herêmên Şengalê vekişiyane û dan zanîn ku di demên dawî de tevlêbûna YBŞ’ê her ku diçe zêde dibe.

Li ser komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî civaka Êzîdî re 3 sal derbas bûn, ji wê rojê şûn ve di civaka Şengalê de guhertinên, dîrokî pêk hatin. Civaka Êzîdî êrîşa DAIŞ‘ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat wekî fermana 73’yan pênase dikin û piştî li herêmê xwe li dijî komkujiyên nû rêxistin kirin, di warê îdarî, polîtîk û eskerî de sazîbûnê bi pêş dixin. Êzidiyan li Şengalê xweserî da pêşiya xwe û di warê dîplomasiyê de jî xebatên xwe dewam dikin, ciwanên Êzîdî de di gelek waran de perwerdeyên xwe bi pêş dixin û tev li Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dibin.

Berpirsyarên Yekîneya Rêxistinê yên YBŞ‘ê Çeko Kersê, Bawer Êzidxan û Mansûr Çiya der barê xebatên rêxistinkirin û eskerî de agahî dan û got, wan heta niha 5 dewreyên perwerdeya eskerî pêk anîne û bi sedan ciwan tevlî YBŞ‘ê kirine. Der barê tevlîbûna nav refên xwe ya ciwanên Êzîdî de wan got, piştî ku pêşmerge ji Şengalê veqetiyan, di vî warî de bêbaweriyeke mezin derketiye holê û ciwanên Êzîdî pê bawer bûne ku ji derveyî hêza wan e cewherî, dê ti hêz nikaribe wan biparêze û di vî warî de xwe bi rêxistin dikin.

 

Dayika wî ew şand nav refên YBŞ´ê

Ciwanê bi navê Çeko Kersê yê 21 salî ji rêxistinkirina YBŞ‘ê berpirsyar e û ji Til Ezirê ye. Niha jî li Sinunê tevî malbata xwe dimîne. Çeko ev 3 sal e di nav YBŞ‘ê de cih digire, der barê tevlîbûna xwe de dibêje, “Dayika min dixwest ez tevlî refan bibim.”

Çeko dibêje, xelk dixwaze eqw biçin nav milet, û wiha dewam kir: “Piştî ewqas fermanan, baweriya gel nemabû, lê di 3 salên dawî de êdî baweriya gel gelekî bi me tê. Gel di wê ferqê de ye ku yekane hêza parastinê ev e. Jixwe, piştî vekişîna duyemîn a PDK’ê, tevlîbûn jî gelekî zêde bûye. Heta gelek malbatên nêzî PDK’ê rasterast zarokên xwe tevlî YBŞ’ê dikin.”


 

‘Ez hînî çand û zimanê xwe bûm’

Bawer Êzîdxan ê 22 salî jî di rêxistinkirina YBŞ‘ê de cih digire. Berî fermanê malbata Êzîdxan li Xanesorê dima. Ji malbatê birayê wî Xalit di Asayîşa Êzîdxanê de cih digire û ew jî di nav YBŞ’ê de ye û der barê rêxistinkirina YBŞ‘ê de got: “Min dixwest ez tevlî hêza eskerî bibim. Gotin, ‘Me hêzek ava kiriye’ ez jî tevlî bûm. Em bi koma hevalan re tevlî nav refên YBŞ’ê bûn. Ez li vir hînî çand, dîrok û zimanê xwe bûm.”

Êzidxan îşaret bi bandora berxwedana gerîlayên HPG´ê û şervanên YPG/YPJ´ê kir û got, “Me di warê parastinê de ti perwerde nedîtibû, vîna me şikestî bû. Lê şerê hevalan ê li çiyê bandoreke mezin li me kir. Ji ber ku ez tev li YBŞ‘ê bûbûn, PDK’ê ez binçav kirim. Digotin, tu tevlî nav refên PKK’ê bûye. Min ti carî baweriya xwe bi PDK´ê neanî. Lê rastiya heyî bi min da fêmkirin ku divê em xwe bi rêxistin bikin.”

Êzidxan, di dawiya axaftina xwe de jî got: “Em armaca dikin ku projeya xweseriyê bi gelê xwe bidin nasandin û ji bo tevlîbûna nav refên YBŞ’ê ciwanan qaneh bikin. Gel me mîna zarokên xwe dibîne û em jî bi vê yekê keyfxweş dibin.”

 

‘Tevgereke azadiyê dixwaze’

Mensûr Çiya yê 17 salî ku bi eslê xwe ji Girzêrikê ye. Malbata Çiya, berevajî malbatên piştî fermana Şengalê koç kirî, vedegerin Şengalê. Çiya vê cuda bûnê wiha dinirxîne: “Malbata min piştî fermanê demildest berê xwe da Şengalê û got ‘rewşa Şengalê li holê ye, tevgereke ku azadiyê dixwaze heye. Em ê biçin gel wan. Em ê li wir di nava ewlehiyê debin.’ Bi vê yekê re me berê xwe dan Şengalê.” 

Çiya ku malbata wî ji 9 xwişk û biran pêk tê, pismamê wî Salîm Heyder hîna di destê DAIŞ’ê de ye û apê wî Bedo Hecî jî tê rizgarkirin. Çiya wiha behsa tevlîbûna xwe ya nav refên YBŞ’ê dike: “Ez li Başûr bûm. Piştî fermana Şengalê min bihîst ku pêşmerge reviyane û tevgera Apocî ketiye Şengalê. Lê me tevgera Apocî nas nedikir. Dijmin antî propagandaya Apociyan dikir. Bi cesareteke mezin şer dikin. Vê yekê gelek bandor li min kir. Pişt re jî hatin û beşdarî YBŞ’ê bûm.”   

Çiya di dawiya axaftina xwe de jî got, “Ji roja yekîneya rêxistinkirinê ava bûyî û vir ve di dewreyên perwerdê de bi sedan ciwan beşdarî YBŞ’ê bûn. Piştî Heşdî Şabî, pêşmergeyan ji bo cara duyem Şengal terk kir. Êdî baweriya gel bi YBŞ’ê zêdetir bûye.”


MA / ŞENGAL