Baweriya Kurdan bi DYE’yê weke berê nayê
Navenda Sûfan (The Soufan Center) bi kurteanalîzekê dibêje, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), niha hewl didin hebûna xwe ya li Dêra Zor û Hesekê zexm û berfireh bikin, lê ji ber ku “bi awayekî mirov nikare rave bike ka çima, Cotmeha bihurî wan hejmara xwe kêm kir, pişta xwe zîvîrandin li QSD, baweriya bi DYE’yê ya li herêmê jî pê re daketiye asta xwe ya herî li jêr.
Yanî li gorî wê ji ber ku DYE’yê 9’ê Cotmehê destûr da Tirkan Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike, Kurd jî êdî baweriyê pê naînin.
Li gorî vê analîza doh hatî weşandin beramberî vê Rûsya stratejiyeke hîbrîd li Sûriyê dimeşîne ku gelek derfetan li ber wê vedike da ku li vî welatî bi awayekî daîmî bi cih bibe. Ew dîsa jî hişyar dike: “Her ku aloziya li Sûrî dirêj bike, rîska aloziya di navbera aliyên cihê de jî zêde dibe, nexasim jî ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de.” NAVENDA NÛÇEYAN