Li Strasboûrgê di roja 21’an de baweriya bi serketina çalakiyê xurt e.  Doh nûnerên gelek saziyan û welatparêzên Kurd çûn serdana çalakiya greva birçîbûnê û peyama mezinkirina berxwedanê dan.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûnê dest pê kir, di roja 21 an de dewam dike. ji roja destpêke ve bi sedan Kurdistanî ji welatên cuda yên Ewrûpayê ji bo destek û moralê bidin çalakgeran berê xwe didin Strasboûrgê.

Dawiya heftê Kurdistanî ji Belçîka, Hollanda, bajarên Darmstadt, Freîbûrg, Dortmûnd, Frankfûrt, Karlsrûhe û Munchenê yên Elmanyayê,ji bajarên Basel û Zurîchê yên Swîsreyê, ji bajarê Lînzê yê Awûstûryayê û ji bajarên Mulhoûse, Metz û Saînt Avoldê yên Fransayê çûn serdana çalakgeran.

Hêja û dîrokî ye

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmût Şakar peyivî û diyar kir ku, çalakiya ji bo rakirina tecrîdê hêja û dîrokî ye.

Siyasetnedar Mehmet Demîr jî çalakger silav kirin û got,Ez pê bawer û piştrast im ku heval wê di çalakî û têkoşîna xwe de serketî bin."

Pêl bi pêl belav bibe

Nivîskarê rojnameya me Cafer Tar jî anî ziman ku sekna serbilindî ya bi greva birçîbûnê re hate nîşandan wê pêl bi pêl belav bibe û gel hîn bêhtir nêzî azadiyê bike.

Kurdistaniyên tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne ew in: Parlamentera berê ya HDP'ê Dîlek Ocalan, nûçegihan Gulîstan Îke, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya, Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, Denîz Rojbîn, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Kardo Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yilmaz.

ANF/STRASBOÛRG