Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Efrînê di çarçoveya temamkirina çalakiyên cejna zimanê Kurdî bawenameyên zimên li 323 xwendekarên hersê astan bi şahiyekê belav kirin. Di şahiya ku bi sedan xwendekar û mamoste lê amade bûn de û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Rêveberê SZK’ê Mihemed Alo derbarê girîngiya fêrbûna zimanê Kurdî û pêwîstiya berxwedana ji bo zimanê zikmakî de axivî û wiha anî ziman: “Bingeha civakan ziman e, her pêkhateyek, ol û nijad zimanê wê heye û kesên zimanê wan tune ne, ew bi xwe jî tune ne.”

Alo di berdewama axaftina xwe de got ku di cîhanê de tu hêz an jî tu alî nikarin zimanê zikmakî bipişêfin û tevî hemû hewldanên pişaftinê ji aliyên dijminên Kurdan bi hezaran salan, ziman hate parastin.
Piştre 207 bawernameyên asta yekemîn, 89 asta duyemîn û 27 asta sêyemîn hatin belavkirin. Her wiha 9 xwendevanan pileya ji sedî sed bidestxistin.
Di şahiyê de her wiha gelek helbest hatin xwendin. Paşê Koma Engîzek gurzek stran pêşkêş kirin. Şahî bi coşeke mezin û bi dîlana xwendekaran bi dawî bû.

EFRÎN