Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bawernameyên zimanê Kurdî bi şahiyekê li 41 xwendekaran, belav kir.
Di şahiyê de ku li dibistana Rifaet Hac Sirî hatibû organîzekirin, Endama Rêveber a KPC-Demokratîk Hêvîn Ebdo, bi dehan şênî û xwendekar, amade bûn.
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, Hêvîn Ebdo axivî û belavkirina bawernameyan li tevahiya xwendekarên tevlî dewreyên perwerdehiya zimanê Kurdî bûne pîroz, kir.
Li ser navê Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Meysaî Tecî axivî û bidawîbûna perwerdeyê li mamoste û xwendekaran pîroz kir.
Di dewreyê de 41 xwendekar ji gelê Kurd û Ereb beşdarî bûbûn û li ser sê astên zimanê Kurdî perwerde bûn. Perwerdeyê sê mehan dewam kir.
Piştî axaftin bi dawî bûn, bawername li xwendekaran hatin belavkirin.
Şahî bi gerandina govendê li ber stranên Kurdî û Erebî bi dawî bû.
HELEB