Li Kantona Cizîrê baxçeyên ku welatî lê bihna xwe vedidin, têne vekirin.

Piştî ku Rêveberiya Xweser li Rojava-Bakurê Sûriyê hat ragihandin, Saziya Rêvebirina baxçeyan, hat vekirin. Li Kantona Cizîrê 5 baxçe hatine avakirin. Li baxçeyan darên berhemdar ên yên din têne çandin.

Welatî di demên xwe yên vala de, bi armanca seyran û bihnvedanê, berê xwe didin van baxçeyan. Endamê Rêveberiya baxçeyan Luqman Bedir derbarê girîngiya baxçeyan û çawaniya parastina  wê axivîn.

Bedir anî ziman ku wan di baxçeyê ku li bendava Mizgeftê hatiye avakirin, darên berhemdar çandine. Her wiha da zanîn ku ew niha 3 hezar darên zeytûn, menga, mişmiş û tirî, diçînin.

Bedir diyar kir ku ew baxçe ji nêçîrvaniyê û çûkan diparêzin, her wiha baçxe paqij dikin, da ji bo geştê û bihnvedarê bibe cihekî xweş.

Bedir di dawiya axaftina xwe de, ji welatiyan hêvî kir ku gemara xwe navêjin baxçe û nêçîra masiyan lê nekin. 


 TIRBESPIYÊ