Êzîdiyên ku ji fermana 73’an rizgar bûyin, dev ji axa xwe bernedan li herêma Serdest a çiyayê Şengalê di konan de dijîn û ji bo debara xwe ya rojane bikin, dest bi çandiniya sebzeyan kirine.
Erd nebin jî bi şirîkatî diçînin
Li erdên bi bereket a çiyayê Şengalê hema her sebze tê çandin. Ji ber ku avhewa çiya sar e, niha li Şengalê ango meha Heziranê wextê çandina firengî, îsot, balîcan, xiyar, bamî, kulind, zebeş û gundoran e. Li çiyayê Şengalê mîweyên wekî hejîr, hinar, xox, sêv, pirteqal, mendelî, mişmiş û hwd çêdibin.
Rexmê ku zeviyê hin kesan tûne jî bi xwediyê zeviyan re dibin şirîk û çandiniyê dikin. Ji ber ku beriya niha sîstema xeta avê nehatiye danîn, ev jî dibe astengî, lê nebûna avê Êzîdî nakin pirsgirêkeke mezin, careke din zeviyên xwe diçinînin û bi wê çandiniyê gelek malbat debara xwe ya rojane dikin.
PDK dermanên çandniyê asteng dike
Welatiyê Êzidî yê bi navê Ebdul Îsa li hember helwêsta PDK´ê ya ambargoyê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Herêma Kurdistanê da û got; “Niha me gelek tişt çandine, lê ji ber ku kimya û îlacê ku em li zeviyê xwe bixin tûneye û PDK’e destûrê nade em wan bînin, ev jî dibe sedem ku ziyaneke mezin li baxçe bibe.”
Li hemberî bêaviyê bîr kolan
Jina bi navê Gulê Qasim ku di nava baxçe de dixebite, diyar kir ku zevê ne yê wan in lê ji bo ku hewceyî kesekî nebin û karibin jiyana xwe bidomînin wan zevî kirê kiriye û got: “Ji ber ku av tine, ji neçarî me bîr kolaye, lê bîr jî li ser mazotê ye, dema mazota me nebe, em nikarin baxçe av bidin.”
Gulê Qasim wekî din got, "Dema sebzê me çêdibin em li cihên cûda difiroşin.”
ŞENGAL