Li Baxçeyê Hewselê ku dîrok, xwezayî û xweşikahî bi hev re tên cem hev, jin bi hatina biharê re baxçeyên xwe teze dikin. Jinên xwediyên baxçeyên ku her cureyê fêkiyan didin, bi van debara xwe jî dikin. Yek ji van jinan jî Naciye Dag a 61 salî ye. Naciye ku bi hezkirina xwe ya xwezayê ji aliyê her kesî ve tê zanîn, beriya bi 20 salan ji gundê xwe tê koçberkirin û bîranînên xwe ji nûve li Hewselê heşîn dike.

Naciye li taxa Şemsîler a Sûrê dimîne û beriya bi 20 salan ji Omerî ya Mêrdînê ji gundê Şêx Mahmûd ji ber zextên dewletê koç dike.

Naciye ji bo Sûrê dibêje, “Ez gelekî ji vir hez dikim. Di dema qedexeyan de ev der jî hat qedexekirin. Bombe dihatin ser me. Lê qet nefikirim ku ji vir derkevim.”

Ji bo baxçeyê xwe jî dibêje, “Baxçeyê min roj bi roj mezin bû. Aboriya min xurt bû. Ez sibehê heta êvarê li baxçe me. Ez evîndarê xwezayê me. Baxçeyê min mezin bû, darên min fêkiyan didin. Her cureyê kûlîlk û darên fêkiyan hene. Xweza min bi fêkiyên xwe xelat dike.”


MEDÎNE MAMEDOGLU/ŞÛJIN / AMED