Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê ber bi dawiyê ve diçe. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kampa çete tê de ya li Baxozê ji unsûrên çete paqij kir. Di operasyoneke hêzên taybet ên QSD´ê de jî 157 endamên çeteya DAIŞ´ê yên biyanî hatin girtin. Wekî din tê ragihandin ku bi hezaran çete teslîm dibin.
Cihê kampa DAIŞ´ê li Baxozê jî ji endamên vê çeteyê hat paqijkirin. QSD´ê da zanîn ku bi hezaran endamên çeteya DAIŞê teslîm dibin.
Doh Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mustafa Balî bi wêneyên satelîtê jî nîşan da ka kampa DAIŞ´ê çawa ji çeteya DAIŞ´ê hatiye paqijkirin.
Piştî ku kampa Baxozê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji endamên çeteya DAIŞ`ê hat rizgarkirin, hat ragihandin ku bi hezaran çete xwe radesyî QSD`ê, dikin.
Nûçegihanê ANHA´yê jî nûçeya bi temamî rizgarkirina kampa Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê, piştrast kir. Li gorî ew radigihîne, li hindek deveran şer heye, lê ne dijwar e.
157 DAIŞ´iyên biyanî
Li aliyê din yekîneyên taybet ên ser bi QSD´ê operasyonên taybet jî bi rê ve dibin. Li Baxozê di encama çalakiyeke yekîneyên taybet ên QSD’ê de 157 çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî jî doh hatin girtin.
Fermandariya Giştî ya Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek li ser malpera fermî ya QSD`ê belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Yekîneyên me yên taybet beşdarî şerê di navbera hêzên me û terorîstên DAIŞ`ê de li Baxozê dibin. Erka xwe ji bo şopandina tevgera terorîstan dikin, ji bo rê li pêşiya reva wan ji herêmê were girtin.
Yekîneyên me tevgera komeke terorîst şopand û di encama wê de 157 terorîst tevî alavên wan ên eskerî girtin.
Terorîstên ku hatine girtin, biyanî ne. Ew di şer de pispor in.”
DÊRA ZOR