Baydemîr û heyeta pê re, li gel Seroka Komîteya Kurdistanê Jiyan Qadir, parlamenterê Ermenî Aragast Axoyan û hejmarek ji Kurdistaniyan, muze û peykerê bîrdariya qirkirina Ermeniyan a 1915'an a li Erîwanê ziyaret kir. Serdan, ji aliyê çapemeniya Ermenîstanê ve jî bi eleqeyeke mezin hat şopandin.
Çû serdana bîrdariya qirkirinê jî
Şande dûre daxuyaniyek da çapemeniyê. Şaredarê berê yê Amedê Baydemîr di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser qirkirina Ermeniyan a 1915'an, komkujiyên ji 1925 heta 1937 Dêrsim û Helebceyê bi serê Kurdan de hatiye û êrîşên bi vê armancê di roja îro de li Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê li dijî gelê Kurd tên kirin destnîşan kir. Baydemir di dewama axaftina xwe de got, "Li ser vê erdnîgariya Mezopotamyayê, Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî hemû gel bi hev re li nava gund û bajaran jiyane. Lê belê kengî nêrînên şovenîst û netewe dewlet derketin pêş, wê demê komkujî, kuştin, şer û koçberiyê destpê kir. Em niha hewl didin jiyana bi hev re ya gelan biparêzin. Em pêşerojeke zelal û ronî diafirînin. Pêşerojeke ku em bi hev re bijîn."
Serdana gundên Kurdan kir
Baydemir û şandeya li gel wî dûre derbasî herêma Elegezê bû û 11 gundên Kurdan ziyaret kir. Şande ji aliyê Kurdên li vê herêmê ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Li gundekî Elegezê zarokan jî bi kulîlk û strana "Welatê me Kurdistan" heyet pêşwazî kir. Paşî şande ji bo beşdarî konferansek li zanîngeha mezin a Erîwanê bibe berê xwe da paytextê û li vir ji aliyê Dekan ve hat pêşwazîkirin. Baydemîr di axaftina xwe ya li konferansê de der barê kar û xebatên şaredariyê de agahî dan û li ser têkiliyên Kurd û Ermeniyan rawestiya.
HARÛN HÊVÎ - ÊRÎWAN